Griffiths gihaşt Senhayê

Şandeyê Neteweyên Yekbûyî yê taybet ji bo Yemenê Martin Griffiths gihaşt paytexta Yemenê Senhayê. Her wiha hûsiyan keştiyeke Siûdiyê armanc girt.

Griffiths gihaşt Senhayê
25 tîrmeh, 2018   11:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa nûçeyan a Sputnîk ragihand ku şandeyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ê taybet ji bo Yemenê Martin Griffiths îro gihaşt Senhayê.

Tê payîn ku Griffiths bi rayedarên hêza Ensarullah El-Hûsî û Meclisa Siyasî ya Bilind û hikumeta parastina niştimanî ya li Senha re bicive da ku bersiva hûsiyan ji bo bidawîkirina şerê li El-Hudeyda bi dawî bike.

Li gorî plana Griffiths divê hêzên hûsî ji bajarê El-Hudeyda û bendera wê vekişin û li şûna wan hêzên Yemenê di bin çavdêriya navneteweyî de cih bigirin.

Li bajarê El-Hudeyda şer û pevçûn di navbera artêşa Yemenê ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî werdigire û koma Ensarullah El-Hûsî de rûdidin. NY jî metirsiyên xwe anîn ziman ku karesateke mirovî li vir pêk were, li ser vê yekê Griffiths serdana Senha dike da ku aloziyê çareser bike.

Ji aliyekî din ve li gorî kanala El-Miyesera ku piştgirtiya hêzên hûsî dike, hêzên hûsî keştiyeke Erebistana Siûdî li berava rojavayê Yemenê armanc girt lê di encamê de tu ziyan çênebûn.