Ji sedî 13 endamên biyanî yên DAIŞ'ê jin in

Li gorî rapora ku Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Tundrewiyê û Tundiya Siyasî amade kiriye, ji sedî 13'ê 41 hezar û 490 jinên biyanî yên tev li DAIŞ'ê bûne ji Sûriye û Iraqê pêk hatiye. Raporê da zanîn ku ev rêje di navbera salên 2013 û 2018'an de pêk hatiye, her wiha da zanîn ku rêjeya jinên temenbiçûk jî sedî 12 ye.

Ji sedî 13 endamên biyanî yên DAIŞ'ê jin in
25 tîrmeh, 2018   12:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rapora ku Navenda Navdewletî ya Lêkolînên Tundrewiyê û Tundiya Siyasî ya Zanîngeha Londonê diyar kiriye, 145 jinên ku 50 ji wan temen biçûk in, di nava 850 kesên ji Brîtanyayê berê xwe da Sûriye û Iraqê da ku tev li DAIŞ'ê bibin.

Di rapora ku rojnameya Daily Mail a brîtanî belav kiriye de, tê gotin ku hevjîn û jinebiyên endamên DAIŞ'ê û bi taybet ên hewl didin vegerin Ewropayê, metirsiyeke rast li ser welatên Ewropa çêdikin.

Di raporê de her wiha hate destnîşankirin ku 145 jinên ku 50 jin ji wan temen biçûk in, ji 850 kesên ji Brîtanyayê derketin Sûriye û Iraqê da ku tev li DAIŞ'ê bibin.

Ji 420 kesên ji herêmên DAIŞ'ê yên li Rojhilata Navîn vegeriyan Brîtanyayê tenê 2 jin hebûn, her wiha 4 jinên temenê wan biçûk. An ku piraniya jinên tev li DAIŞ'ê bûbûn, hîn li qadên şer in.