Li bakurê Kurdistanê herî kêm 5 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Colemêrgê di çalakiyên gerîla de herî kêm 5 leşkerên tirk hatine kuştin.

Li bakurê Kurdistanê herî kêm 5 leşkerên tirk hatin kuştin
25 tîrmeh, 2018   11:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) li ser çalakiyên gerîla yên 23-24'ê Tîrmehê yên li Colemêrgê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li dijî artêşa tirk a dagirker çalakî li dar xistin. Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan;

23'ê Tîrmehê saet di 23.00'an de li dijî konvoyeke ji wesayitên zirxî yên artêşa TC a dagirker ku ji navçeya Gever a Colemêrgê diçû navçeya Şemzînanê, hêzên me li nêzî gundê Pagê çalakiyek kir. Gule li hemû wesayitên di konvoyê de hatin reşandin û derbên giran li wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ketin. Hejmara leşkerên di çalakiyê de mirin û birîndar bûn nehate zelalkirin.

24'ê Tirîmehê saet di 04:30'an de li dijî girê ewlekariya qereqolên Meleyan û Tisê yên li herêma Xumarok a navçeya Şemzînan a Colemêrgê, li dijî leşkerên dijmin çalakiyek hate kirin. Ji pênc baskan ve hêzên me li kozik û stargehên dijmin xist û di encamê de 3 çeper hatin rûxandin, 2 leşkerên dijmin jî hatin kuştin.

Hêzên me yên YJA Starê heman rojê saet di 08.00'an de li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Elîşêr ê li navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyek pêk anî. Derbên giran li çeperên dijmin hatin xistin û 3 leşker hatin kuştin."