Meclisa Şêwirmendan a Reqa, Tebqa û Dêrazorê hate avakirin

Saziyên olî yên herêmên Reqa, Dêrazorê û Tebqayê li mizgefa Ebî Zî El-Xefarî ya gundê Hemar El-Elî ya rojavayê gundewarên Dêrazorê bi armanca avakirina Meclisa Şêwirmendan li herêmê civînek li dar xist.

Meclisa Şêwirmendan a Reqa, Tebqa û Dêrazorê hate avakirin
Meclisa Şêwirmendan a Reqa, Tebqa û Dêrazorê hate avakirin
Meclisa Şêwirmendan a Reqa, Tebqa û Dêrazorê hate avakirin
Meclisa Şêwirmendan a Reqa, Tebqa û Dêrazorê hate avakirin
25 tîrmeh, 2018   10:38

DÊRAZOR

Bi dehan zanyarên olî, endamên Saziya Karûbarên Olî ya Dêrazorê, Reqa û Tebqa, endamên saziyên olî yên Bakurê Sûriyeyê, berpirsê giştî yê Saziya Karûbarên Olî ya Bakurê Sûriyeyê Dewran El-Haşimî tev li civînê bûn.

Civîn bi xwendina Quranê dest pê kir. Paşê berpirsê giştî yê Saziya Olî ya Bakurê Sûriyeyê Dewran El-Haşimî rastiya avakirina meclisê û rola wê di fikrên îslama rast de diyar kir. El-Haşimî desntîşan kir ku Meclisa Şêwirmendan dê wek meclisa zagonsaz be ji bo biryarên ku di aliyê olî de têne dayîn û dê wekî lêvegereke olî be.

El-Haşimî diyar kir ku meclisê sîstema hundirîn a saziyên karûbarên olî li hemû bajarên herêma Firatê, du zagon ji bo  kirêkirina xaniyan, materyalên xwendina zarokan di mizgeftan de di demsala havînê de, her wiha dema lidarxistina nimêjan li her 3 bajaran, danîn.

El-Haşimî diyar kir ku wê peymangeh û dibistanên navîn ên şerîa li herêma Firatê werin aktîfkirin. Her wiha dê kadroyên dersdayînê û materyalên xwendinê werin amadekirin.

Paşê kesên hazir 9 endam ji bo meclisê diyarkirin û Ehmed El-Haronî wek serokê Meclisa Şêwirmendan hate hilbijartin.

(bx/ew)

ANHA