Hejmara qurbaniyên êrîşa xwekujî ya li Siweydayê bû 50

Li herêma Siweyda ya başûrê Sûriyeyê rêzeêrîşên xwekujî pêk hatin û di encamê de bêtirî 50 welatiyan jiyana xwe ji dest da, bêtirî 50 welatiyên din jî birîndar bûn.

Hejmara qurbaniyên êrîşa xwekujî ya li Siweydayê bû 50
25 tîrmeh, 2018   10:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê îro rêzeêrîşên xwekujî li dijî welatiyên bajarê Siweyda yê başûrê Sûriyeyê ku ji pêkhateya dirûz pêk tê, pêk anîn. 3 çeteyên xwekuj xwe di nava welatiyên bajêr de li bazara sebzeyan, çerxerêya El-Meşneqa û çerxerêya El-Nicmê teqand. Di encamê de herî kêm 50 welatiyan jiyana xwe ji dest da û 50 welatiyên din jî birîndar bûn.

Di dema êrîşên xwekujiyê de li hin deverên din ên bajêr bombe hatin teqandin. Nemaze piştî ku hêzên rêjîma Sûriyeyê li gundewarên bakurê rojhilatê Siweyda êrîşên dijwar li dijî komên çete pêk anîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, çeteyên DAIŞ'ê karibûn serweriya xwe li ser gundên Doma, El-Şebkî, El-Şirêhî, Til El-Besîr ên bakurê rojhilatê Siweyda ferz bikin û êrîşên xwe bi ser gundên El-Metûnê û Tîma ve birin.

Hêzên rêjîmê û hevkarên xwe serweriya giştî bajarê Siweyda ji bilî aliyekî gundewarên wê dikin. Dezgehên çapemeniyê yên girêdayî rêjîma Sûriyeyê ragihand ku balafirên şer ên Sûriyeyê kozikên çeteyan li bakurê rojhilatê bajêr bombebaran kirine û hêzên rêjîmê hewldana çeteyan a êrîşa li dijî gundên Tîma û El-Metûnê şikandin.