Hejmara birîndarên teqîna Şedadê bû 7

Ajansa me ANHA`yê navên sivîlên ku di encama teqîna Şedadê de birîndar bûne, bi dest xistin. Hejmara birîndaran bû 7. Birîndar ji bo dermankirinê rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê.

Hejmara birîndarên teqîna Şedadê bû 7
25 tîrmeh, 2018   09:59

HESEKÊ

Îro saet di 08:30`an de li navçeya Şedadê bombeyek hatibû bicihkirin, teqiya. Di encma wê de welatiyê bi navê Hesen Henûş El-Hewar şehîd bû û 7 sivîlên din jî birîndar bûn.

Nûçegihanê ajansa me ji Şedadê navên sivîlên birîndar ên ku rakirine nexweşxaneya Şedadê bi dest xistine wiha ne: Silêman Elî El-Elî, Beşar El-Salim Edo, Silêman Rebcî El-Beîr, Hesen Henûş El-Mişeweh û her wiha kesek nasnameya wî nehat diyarkirin.

Her wiha birîndareke rakirin nexweşxaneya bajarê Hesekê. Nûçegihanê me diyar kir rewşa birîndaran baş e.

(bx/ew)

ANHA