Bi dehan endam tev li Disîplîna Leşkerî ya Bakurê Sûriyeyê bûn

Akademiya Şehîd Siyamend li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî, dewreyeke perwerdeyê bi navê Şehîd Sidqî Kobanê ya Disîplîna Leşkerî bi tevlêbûna 41 endaman dest pê kir.

Bi dehan endam tev li Disîplîna Leşkerî ya Bakurê Sûriyeyê bûn
Bi dehan endam tev li Disîplîna Leşkerî ya Bakurê Sûriyeyê bûn
Bi dehan endam tev li Disîplîna Leşkerî ya Bakurê Sûriyeyê bûn
Bi dehan endam tev li Disîplîna Leşkerî ya Bakurê Sûriyeyê bûn
Bi dehan endam tev li Disîplîna Leşkerî ya Bakurê Sûriyeyê bûn
25 tîrmeh, 2018   09:46

GIRÊ SPÎ

Akademiya Şehîd Siyamend dewreya xwe ya 5`emîn a Disîplîna Leşkerî li navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî, dewreya bi navê Şehîd Sidqî Kobanê da destpêkirin.

Di merasîma vekirinê de, fermandarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk û YPG/YPJ`ê amade bûn.

Perwerde dê 45 rojan dewam bike û di perwerdeyê de waneyên bîrdozî, sîstema hundirîn a Disîplîna Leşkerî û bikaranîna çekan dê were dayîn.

Merasîma vekirina dewreyê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Paşê rêveberê Disîplîna Leşkerî Seydo Kobanê axivî û girîngiya perwerdeyê ya ku şervan bibînin û disîplîna di nav perwerdeyê de anî ziman.

Seydo Kobanê di berdewama axaftina xwe de wiha got: ʺSerkeftinên ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk li gundewarên Dêrazorê pêk tînin, gavên pir girîng in û serkeftî li ser rûxandin û zilm û zora ku welatiyên herêmê di dema DAIŞ`ê de dîtin.

Rêveberê Disîplîna Leşkerî xwest her kes li ser sîstema hundirîn tev bigere, da ku sîstema disîplînkirin li herêmê berfiretir bibe. Di dawiya merasîmê de, endaman sonda leşkerî xwar.

(ekîb)

ANHA