Bazara Kampa Berxwedan tê birêxistinkirin

Şaredariya Gel a herêma Şehbayê li ser daxwaza dikandaran dest bi xebatên birêxistinkirina sûka kampê kir. Şaredarî li şûna çadiran dikanên ji çîmentoyê lê dike.

Bazara Kampa Berxwedan tê birêxistinkirin
Bazara Kampa Berxwedan tê birêxistinkirin
Bazara Kampa Berxwedan tê birêxistinkirin
25 tîrmeh, 2018   08:40

ŞEHBA

Şaredariya Gel a Kampa Berxwedan a herêma Şehbayê ji bo xizmeta welatiyên di kampê de  bi cih bûne, bê navber hewl dide kar û xebatan pêk bîne. Şaredarî di vê çarçoveyê de ji bo birêxistinkirina sûka kampê li şûna dikanên di çadiran de hatine vekirin, dikanên ji blokan (çîmento) lê dike.

Rêveberiya Kampê der barê mijarê de agahî da û got ku şaredariyê heta niha 75 dikan lê kirine û diyar kir ku li şûna çadiran dikanên ji çîmentoyê têne lêkirin. Hate gotin ku bi vê yekê tiştên di dikanan de têne firotin ji tîrêjên rojê û germahiyê dê werin parastin.

Rêveberiya kampê her wiha da zanîn ku dê cihê bestan jî dûrî dikanan were peydakirin û bi vê yekê dê derfet ji hemû firoşkaran re were peydakirin.

ANHA