Li Şedadê teqîn:  Şehîdek û 5 birîndar

Li nêzî navenda Ceyranê ya navçeya Şedadê ya kantona Hesekê teqîn pêk hat. Diencamê de sivîlek şehîd bû û 5 birîndar bûne.

Li Şedadê teqîn:  Şehîdek û 5 birîndar
25 tîrmeh, 2018   06:55

HESEKÊ

Nûçegîhanê ajansa me (ANHA) diyar kir ku teqîn saet di 08.30'an de li nêzî navenda Ceyranê ya navçeyê ji ber teqemeniya hetbû bi cih kirin, pêk hat. Di encamê de sivîlê bi navê Hecî Ebû Dawid jiyana xwe ji dest da û 5 kes birîndar bûne. Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Hesekê û li wir têne dermankirin.

Hêzên Asayîşê ji bo tedbîrên ewlekariyê derdora cihê teqînê girtin û lêkolîn dan destpêkirin.

ANHA