Li Amûdê navendeke çand û hunerê ya fransî

Komek ji rewşenbîr û hunermendên fransî û bi çavdêriya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê, bi aramnca avakirina pirek di navbera çanda her du gelan de, li Bakurê Sûriyeyê dest bi vekirina Navenda Çand û Hunerê ya Fransî kir.

Li Amûdê navendeke çand û hunerê ya fransî
Li Amûdê navendeke çand û hunerê ya fransî
Li Amûdê navendeke çand û hunerê ya fransî
25 tîrmeh, 2018   07:24

RÊNAS REMO-MEDYA ELÎ / QAMIŞLO

Piştî gelek serdanên Komeleya Asya ya ku komek rewşenbîr û hunermendên fransî vedihewîne û naskirina çanda pirreng a pêkhateyên herêmê û destkeftiyên ku QSD'ê li hemberî DAIŞ'ê bi dest xistine û her wiha piştî rêzecivînên bi Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê re, her du aliyan ji bo avakirina Navenda Çand û Hunerê ya Fransî li navçeya Amûdê yê kantona Cizîrê li hev kir.

Armanca her du aliyan ji vê gavê veguhartina çand di navbera gelê Rojava-Bakurê Sûriyeyê û gelê fransî de ye. Her wiha ji bo pêkanîna vê gave, Komeleya Asya hemû belgeyên pêwîst ji Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê re pêşkêş kirin, piştî erêkirinê dest bi avakirina navxweyî hate kirin.

Hevseroka Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê Bêrîvan Xalid diyar kir ku desteyê piştî erêkirina projeyê, ji bo avakirinê munaqesek ragihand û beriya çend rojan dest bi xebatên avakirinê hatiye kirin.

Li gorî plansaziya giştî, navend ji holeke werzîşê, stadyûm, melevangeh û holên ji bo pêşkêşkirina çanda fransî pêk tê.

(şx/ew)

ANHA