Hejmara kesên di şewata Yewnanistanê mirine, derket 74'an

Di şewata li paytexta Yewnanistanê Atîna  de hejmara kesên jiyan a xwe ji dest dane derket 74 kesan.

Hejmara kesên di şewata Yewnanistanê mirine, derket 74'an
25 tîrmeh, 2018   06:26

NAVENDA NÛÇEYAN

Şewata ku li rojavayê paytexta Yewnanistanê Atînayê destpê kirî hîn jî dewam dike. Di heman demê de xebatên bi sedan tîmên agirkujî û rizgarkirinê yên vemirandina agir û rizgarkirinê bê navber didome. Li gorî agahiyên ji çepemeniya herêmî hate girtin heta niha di encama şewatê de 74 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li herêma Matî ya 40 kîlometreyan dikeve rojavayê Atînayê cenazeyê 26 kesan hatin dîtin, endamê rizgarkirin Vassîlîs Andrîopoûlos diyar kir ku li bajar bi sedan lawirên telefbûyî û wesayîtnê şewitî hene.

Alîkarê serokê beşê lezgîn Mîltîaîs Mylones jî derbarê mijarê got: “Pirsgirêk ew e ku yên di bin xweliyê de dimînin in".

Hikûmetê jî destnîşan kir ku 308 endazyar erkdarkirine ku ji bo tesbîtkirina ziyanan. Rêveberek jî diyar kir ku ji 187 kesên ku rakirine nexweşxaneyê 82 kes hê jî tên dermankirin. Ji van 10 mezin û 11 jî zarok pirsgirêka wan a nefesê hene.

Kesên ji şewatê hatine rizgarkirin jî gelek tiştên zemet jiyîne. Hate diyarkirin ku beşek mezin ên mirovan li peravên deryayê yan jî di nava deryayê de li benda tîmên rizgarkirinê ne. Ji aliyê rêveberan ve hate diyarkirin ku li vir 6 kes xeniqîne.

715 kes jî bi keştiyê taybet ên leşkerî sewqî Rafîna ya ku perava herî nêzîk e.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Alexîs Tsîprasê jî got: “Îro li Yewnanîstanê şîn e”. Tsîpars, destnîşan kir ku wê 3 rojan şîna netewî îlan bikin.