ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 25-07-2018
25 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya ku QSD‘ê bi rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê  daye destpêkirin wê were şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Endamên Konferansa Rizgarkirina Efrînê, bi armanca şîrovekirina encamên konferansê û guhdarkirina nêrînên gel bi şêniyên gundên Teneb û Şear re dicive. Saet 17:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Endamê Desteya Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Hisên Osman gotegotin Tirkiyê yên derbarê Minbicê derewand û got ku Minbicê ne ji aliyê hêzên Tirk ve, ji aliyê gelê wê tê bi rêveberin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyê Foza Yûsif got: " Peymana Lozanê li herêmê riya netew dewlet sererast kir û bi demê re veguherî aşekî ku gelê xwe bihêre, li ser vê yekê pêwîstî bi sîstemeke nû heye ku gel ji dijminan xelas bike, nasnameyên kujer ku rojane kuştinê dike veguherîne nasnameyên aştiyan e, lewra jî sîstema netewa demokratîk hate pêşniyar kirin da ku gel ji şerê gûr xilas bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Şaredariya Gel bi hevkariya Komîna gundê Xirnata av gihand 7 gundên navçeya Fafînê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li Hesekê ku nêzî 4 hezar jenerator hene û ji sedî 90 yên taybet in, lê gel ji ceyrana jeneratoran ne razî ye. Komîteya jeneratoran li dijî binpêkirina mafên gel agahdariyek derxist, bang li gel kir û wiha got: “Dema we kesên ku zagonan binpê dikin dîtin, gilî bikin da ku em jî li ser pirsgirêkê rawestin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li devereke girêdayî navçeya Eyn Îsayê ya kantona Girê Spî bi sedema qirêja avê nexweşî belav dibe. Aliyên têkildarî diyar dikin ku ji ber derfetên kêm têrê nake ku pirsgirêkê niha çareser bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Komîteya Karûbarên Civakî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê peydakirina derfetên kar ji welatiyan re didomîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Çalakiyên Pêşengeha Pirtûkan dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hejmarek rewşenbîr û hunermendên Fransî bi rêveberiya Desteya Çand û Hunerê ya Kantona Cizîrê li Bakurê Sûriyê navendeke çandê ya Fransî vedike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rewşenbîrên ji gelek berêmên Bakurê Sûriyeyê diyar kir ku pêşangeha pirtûkan a Rojava ku salane tê lidarxistin, bandorê li pêşxistina pirrengiya çandî dike û dê rola wê di pêşxistina nifşên nû de hebe. Pêşangeha îsal hate lidarxistin derdora 30 hezar pirtûkên bi 5 zimanan hatine nivîsandin, pirrengiyê nîşan dide. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIWAN

- Çalakiyên ciwanên Rojava yên bi armanca şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê û polîtîkeyên PDK‘ê ku rê neda ciwanan ku derbasî Başûr bibin û piştgiriya ciwanên Başûr dê werin şopandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA