Li Şehbayê mayîn teqiya, jineke birîndar bû

Li navçeya Til Rifet a Şehbayê mayînek teqiya, jineke Efrînê birîndar bû.

Li Şehbayê mayîn teqiya, jineke birîndar bû
24 tîrmeh, 2018   18:12

ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me ji navçeya Til Rifet a Şehbayê dane, mayînek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê li pişt komîngeha 7 teqiya, di encamê de jina Efrînî ya bi navê Cemîla Elî ya 55 salî di destê xwe de birîndar bû. Her wih şewat bi gihayê derdoraê mala wê ket.

Şêniyan jina birîndar rakirin nexweşxaneya Avirîn. Li gorî agahian rewşa wê baş e.

(bb)

ANHA