Gêrîlayan kon û kozikên leşkerên Tirk şewitandin

Hêzên gerîla li herêma Lêlîkan a Başûrê Kurdistanê, li dijî leşkerên Tirk çalakî pêk anîn. Di encamê de kon û kozikên leşkeran hatin şewitandin.

Gêrîlayan kon û kozikên leşkerên Tirk şewitandin
24 tîrmeh, 2018   09:43

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, gerîlayên HPG'ê duh di saetên êvarê de li dijî leşkerên Tirk ên li Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de agir bi kon û kozikên leşkerên Tirk ket.

Piştî çalakiya mezin a gerîla, dewleta Tirk a dagirker hawan û obus avêt herêma Xakurkê.

Li ser çalakiyê agahiyên berfireh bi dest neket. Tê payin ku Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê mijarê di nava rojê de daxuyaniyekê bide.