Stasyona avê ya gundê El-Sewa ji nû ve kete ber xizmetê

Komîteya Çandiniyê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê Kooperatîfa Avdanê ya gundê El-Sawa sererast kir û ji nûve xist ber xizmetê.

Stasyona avê ya gundê El-Sewa ji nû ve kete ber xizmetê
Stasyona avê ya gundê El-Sewa ji nû ve kete ber xizmetê
Stasyona avê ya gundê El-Sewa ji nû ve kete ber xizmetê
Stasyona avê ya gundê El-Sewa ji nû ve kete ber xizmetê
Stasyona avê ya gundê El-Sewa ji nû ve kete ber xizmetê
24 tîrmeh, 2018   09:11

DÊRAZORÊ

Komîteya Avdanê piştî 4 salan ku ji ber kiryarên çeteyên DAIŞ`ê ji warê xizmetê derket, ji aliyê Komîteya Çandiniyê hate sererastkirin û ji nû ve dest bi avdana zêdetirî hezar donim erd kir.

Kooperatîfa El-Sawa dikeve ser çemê Firatê li gundê El-Sawe. Piştî ku ev du meh e tê sererastkirin, koopratîvê careke din dînemo pêxist. Niha jî di rojê de zêdetirî hezar donim bi rêya wê tê avdan.

Di stasyonê de du jenetor hene. Bi vegera stasyonê re rêjeya avê bilind bû. Ji 300 donimî bû hezar û 250 donim. Bi vê yekê jî stasyonên li gundewarên rojavayî Dêrazorê bûn 17.

Di vê çarçoveyê de yek ji berpirsên kooperatîfê Ayiş El-Remedan got wan karê xwe bêyî alkariya tu rêxistinan kir û ev tişt anî ziman: "Li Dêrazorê çandinî damarê jiyanê ye. Piraniya şêniyan di çandinî û xwedîkirina sewelan de dixebitin. Piştî ku stasyon hate sererastkirin em bi hêvî ne ku demsala çandiniyê ji salên berê baştir be."

(bx/ew)

ANHA