Hawara pêşmergeyên birîndar: An me derman bikin an jî bikujin!

Pêşmergeyên ku li dijî DAIŞ’ê şer kirine û birîndar bûne, nayên dermankirin. Pêşmergeyê bi navê Diyar ku li ser tora civakî bi hevalê xwe re diaxive, diyar dike ku ew di şerê li hemberî DAIŞ’ê de birîndar bûye, lê nayê dermankirin û bang li gel dike ku ji vê bêmafiyê re bê deng nemîne.

Hawara pêşmergeyên birîndar: An me derman bikin an jî bikujin!
24 tîrmeh, 2018   09:52

ZAXO

Pêşmergeyên ku di şerên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de birîndar bûne, heya niha jî bi temamî nehatin dermankirin. Pêşmerge bertekan nîşanê rayedarên PDK’ê û hikumeta Herêma Kurdistanê ya Federal didin.

Pêşmergeyên birîndar ku di rewşeke zahmet de ne, li rexmî ku dixwazin bi pereyê xwe bên dermankirin jî lê di nexweşxaneyan de ji wan re hincetan derdixin û dermankirina wan ji bo demeke ne diyar tê taloqkirin. 

Pêşmergeyê bi navê Diyar ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de çend caran bi giranî birîndar bûye û nehatiye dermankirin di videoyekê de dema ku bi hevalê xwe yê bi navê Serxwebûn re daxive, pirsgirêka xwe wiha vedibêje: “Min li dijî DAIŞ’ê heya dawiyê şer kir û ez nereviyam. Ez çend caran bi giranî birîndar bûm, min pir xwîn rijand, ji bo min ne xem e ku ez bimirim, bila ez bibim fedayê xaka Kurdistanê. Lê belê êdî bes e, hemû saziyên hikumetê bila min bibin çi dikin bila bikin, ez tenê daxwaza mafê xwe dikim. Ez li dijî şerê DAIŞ’ê birîndar bûm, min ji xwe re pere deyn (qerz) kiriye lê çima min derman nakin û min ji vê rewşê dernaxin. An min baş bikin an jî bikujin.”

Pêşmerge Diyar, di videoyê de gotinên serokê PDK’ê Mesûd Barzanî bi bîr tîne û dibêje: ‘’Ma ew ne Mesûd Barzanî bû di ragihandinan de digot, dilopek xwîna ji pêşmerge diherike li gel min bedela hemû dewlemendî û malê dinyayê ye. Ya Barzanî, li gotinên xwe xwedî derkeve li hawara alemê were ji bo xatirê Xwedê. Ez pir êşan dikişînim, ez dîn û har bûme.’’

Di vê videoyê de pêşmerge Diyar, demançe girtiye destê xwe û van tiştan dibêje: ‘’Min ev demançe rakiriye yan ez ê dawiyê li jiyana xwe bînim, yan ez ê dawî li jiyana kesekî bînim, êdî bes e gihaşte dawîyê, bila xeber bidin min an min bibin derman bikin an jî min bikujin.’’

Pêşmerge Diyar bang li gelê herêmê jî dike û wiha dibêje: ‘’Li hemberî van bêmafiyan êdî bê deng nemînin, netirsin, daxwaza mafê xwe bikin.’’

(ekîb)

ANHA