Rojeva rojnameyên erebî yên îro

Rûsya û Îsraîl lêhûrbûnên dawîn der barê başûrê Sûriyeyê de pêk tînin. Washington derbasî xeta xwepêşandanên Iraqê dibe. Li Filistînê tawanbariyên di navbera Hemas û Fetih de der barê însiyatîfa Misrê de careke din derketin holê.

Rojeva rojnameyên erebî yên îro
24 tîrmeh, 2018   08:59

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên îro hatine çapkirin behsa tevgerên herêmî û navneteweyî yên girêdayî başûr ê Sûriyeyê kir û bal kişand ser xwepêşandanên li Iraqê û hewldanên Griffiths ji bo bidawîkirina şer li bajarê El-Hudeyda.

Danûstandinên Rûsya û Îsraîlê der barê başûrê Sûriyeyê de

Rojnameyên erebî yên îro behsa rewşa başûrê Sûriyeyê û gelek mijarên din kir û di serî de tevgerên navneteweyî û herêmî yên girêdayî geşedanên li başûrê Sûriyeyê. Girêdayî mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat manşetek xwe wiha bi nav kir: "Lêhûrbûnên dawîn ji bo lihevkirinên li başûrê Sûriyeyê". Rojnameyê diyar kir ku Moskov hewl dide lêhûrbûnên dawîn yên girêdayî geşedanên li başûrê Sûriyeyê bi Îsraîlê re pêk bîne. Şandeyeke Rûsyayê ya payebilind ku Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov û serokê artêşa Rûsyayê, Valerî Gerasîmov û komeke efser û pisporên leşkerî yên Rûsyayê serdana Îsraîlê kir.

Rojnameyê diyar kir ku şandeya Rûsyayê herêmeke tampon di navbera sînorên Îsraîl û Sûriyeyê û hêzên Îranê de li Sûriyeyê bi qasî 100 km pêşniyar kiriye, lê ev pêşniyara Rûsyayê ji aliyê Îsraîlê ve nehatiye qebûlkirin. Piştre herdu alî lêhûrbûnên dosyayên heyî gotûbêj kirin. Li gorî çavkaniyekî Rûsyayê hate ragihandin ku her du alî lêhûrbûnên dawîn ên girêdayî lihevkirinên başûrê Sûriyeyê pêk tînin, beriya ku civîna nû ya Astanayê pêk were. Nemaze lihevkirinên di encama lûtkeya di navbera her du serokên Amerîka û Rûsyayê de.

Îsraîl sîstema xwe ya parastina ezmanî aktîf dike û Moskov xemgîn e

Rojnameya El-Ereb jî manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Rûsya ji bo pêşketineke nebaş li başûrê Sûriyeyê xemgîn e". Rojnameyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê sîstema xwe ya parastina ezmanî ya herî nû li nêzî sînorên Sûriyeyê aktîf dike, piştî ku hêzên hikumetê li ser hesabê opozîsyonê pêşve diçin. Rûsya şandeyek şand da ku danûstandinên girîng û lezgîn bi serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netanyaho re pêk bîne.

Rojnameyê destnîşan kir ku Rûsya li hemberî pêşketineke ne baş li başûrê Sûriyeyê di navbera artêşa Sûriye û Îsraîlê de xemgîniya xwe anî ziman ku dibe hemû kedên Moskovê li erdê bikeve, piştî ku rêjîma Beşar El-Esed serweriya xwe li başûr vegerand.

Koçberkirina ji Quneytera berdewam dike

Girêdayî heman mijarê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Rêjîm hêzên xwe li nêzî Colanê belav dike û danûstandinan ji bo vegera li xeta bidawîkirina pevçûnan dike". Rojnameyê da zanîn ku rêjîma Sûriyeyê qonaxa sêyemîn a çalakiyên koçberkirinê ji parêzgeha Quneytera pêk anîn û niha danûstandinê bi leşkerên di bajaroka Cebeta El-Xeşeb re dike.

Washington pesnê QSD'ê dide û ji bo lihevkirineke hemdem di Sûriyeyê de dixebite

Girêdayî mijareke din rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Washington bi Neteweyên Yekbûyî re lihevkirineke hemdem di Sûriyeyê de gotûbêj dike". Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihand ku welatê wî û hevkarên wê ji bo lihevkirineke hemdem di Sûriyeyê de dixebitin û dê nûnertiya hemû pêkhateyên Sûriyeyê pêk bînin, di nava wan de welatiyên bakurê rojhilatê Sûriyeyê ku QSD nûnertiya wan dike.

Rojnameyê diyar kir ku Mike Pompeo di daxuyaniyeke çapemeniyê de pesna çalakiyên leşkerî yên serkeftî yên QSD'ê da.

Xwepêşandanan hişt Besra ber bi herêmeke xweser ve biçe û Washington piştgiriyê didê

Girêdayî mijarên Iraqê rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Piştî xwepêşandanan ji bo veguhestina Besra bi herêmeke serbixwe xebat tên meşandin". Rojnameyê diyar kir ku Meclisa Parêzgeha El-Besra dest bi berhevkirina îmzeyan dike da ku parêzgehê werke herêmeke serbixwe ragihîne. Nemaze piştî xwepêşandanên li bajêr ku du hefteyan dom kirin û di encamê de herî kêm 14 welatiyan jiyana xwe ji dest da. Amerîka jî ragihand ku dê piştgiriya xwepêşandanên aştiyane bike û alîkariya xwe ji bo tunekirina gendeliyê pêşkêş kir.

Griffiths hewl dide El-Hudeyda biparêze û hûsiyan jê derxe

Girêdayî mijarên Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Griffiths hewl dide hûsiyan ji El-Hudeyda vekişîne". Rojnameyê diyar kir ku şandeyê navneteweyî yê ji bo Yemenê amadekariya serdana Senha dike, piştî ku serdana xwe ya li Riyad û paytexta Urdun Emanê bi dawî kir. Rojnameyê destnîşan kir ku Griffiths li benda bersiva hûsiyan a der barê pêşniyarên wî de ye.

Aliyên navneteweyî Hizbullah bi sînordarkirina hikumeta Lubnanê tawanbar kir

Girêdayî mijarên Lubnanê rojnameya El-Ereb nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Hizbullah hikumeta Lubnanê sînordar dike". Rojnameyê ragihand ku sekretêrê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres  Hizbullah tawanbar kir ku hikumeta Lubnanê sînordar dike û desthilatdariya xwe dimeşîne. Ev yek di çarçoveya asta pêkanîna biryara Konseya Ewlehiyê ya 1701 de ku şerê di navbera Îsraîl û Hizbullah de ya sala 2006'an bi dawî dike û konseyê di civîneke girtî de gotûbêj kir.

Hemas û Fetih girêdayî însiyatîfa Misrê hev tawanbar dikin

Girêdayî mijarên Filistînê rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir: "Fetih û Hemas careke din hev tawanbar dikin". Rojnameyê diyar kir ku Hemas û Fetih der barê însiyatîfa Misrê de careke din di çapemeniyê de hev tawanbar dikin.

Trump hişyarî da Rûhanî

Girêdayî mijareke din rojnameya El-Heyat manşeteke xwe wiha bi nav kir: "Trump hişyarî da Rûhanî ku encamên wê kêm caran di dîrokê de pêk hatine". Rojnameyê diyar kir ku pevçûnên devkî di navbera Washington û Tehranê de zêde dibin. Serokê Amerîkayê Donald Trump hevpîşeyê xwe yê Îranê Hesen Rûhanî hişyar kir ku gefxawrinên wî encamên kambax in û di dîrokê de kêm caran pêk hatiye. Mike Pompeo jî rayedarên Îranê weke keysbaz bi nav kir ku welatê xwe wekî komeke mafya bi rê ve dibin û li ser hesabê êşa gel xwe dewlemend dikin.

Rojnameyê destnîşan kir ku Rûhanî jî hişyarî daye Trump ku dê poşman bibe ku bi dûvê şêr dilîze û got ku şerê di navbera Washington û Tehranê de dê bibe şerê sereke di nava şerên cîhanê de û serokê Amerîkayê jî li ser rûpela xwe ya Twitterê ji Rûhanî re got ku: "Tu carî gefan li Amerîkayê nexwe yan jî dê rastî cezayên kambax werî ku di dîrokê de kêm caran pêk hatine. Em tu carî daxuyaniyên tevliheviyê qebûl nakin, hişyar be."