‘Kurd, ereb û sûryaniyan bi hevgrtina xwe berxwedan pêk anî’

Şêniyên navçeya Tirbespiyê di dema ku beşdarî merasîma sersaxiyê ya şehîd Mihemed El-Hebîb bûn, diyar kir ku kurd, ereb û sûryaniyan hevgirtinek ji berxwedanê pêk anî û li dijî dijminan parastina welatê xwe kir, bêyî ku cudahî bikeve navbera wan û bi biratiya gelan û jiyana hevbeş pêk anîn. 

22 tîrmeh, 2018   12:15

QAMIŞLO

Bi tilîlî û sloganên “Şehîd namirin” welatiyên navçeya Tirbespiyê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn ên kantona Qamişlo, YPG/YPJ`ê û Hêzên Parastina Civakî jî di nav de, sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Selmo El-Hebîb re xwest ku di 20`ê Tîrmehê de, dema ku li ser erka xwe ya leşkerî bû şehîd ket.    

Di merasîma sersaxiyê de gelek axaftin hatin pêşkêşkirin. Rêveberê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî Ibrahîm, rêveberê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Ebas Hisên, Fermandarê Hêzên Ewlehiya Hundirîn Cengîdar Mîkayîl û rêveberê Meclisa Kantona Qamişlo Mihemed Kalê axivîn.

Axêveran di destpêkê de bixêrhatina kesên hazir kir, piştre hate tekezkirin ku şehîd Mihemed El-Hebîb bê westandin her dem li ber xwe dida û bi erka xwe rabû, hetanî ku gelê heremê di aramiyê de karîn bijîn û ji cîhanê bi tevahî re ragihand ku projeya ku em xwediyê wê ne li ser bingeha Sûriyeyeke demokratîk û nenavendî da ku hemû kes bi azadî bijîn, ji wê ve em li ber xwe didin.  

Di berdewama axaftinan de hate diyarkirin ku gelên herêmê ji kurd, ereb û sûryaniyan bi hev re hevgirtinek ji berxwedanê dane avakirin û li hemberî dagirker û zilmkaran li ber xwe da, ji ber ku baweriya wan bi biratiya gelan û jiyana hevbeş hat. Hate gotin ku gelê herêmê dê li ser rêya şehîd Mihemed û hemû şehîdên azadiyê bimeşin ta serkeftinê.

Hêjayî gotinê ye ku hatin û çûna bin konê sersaxiyê berdewam e û dê hetanî saetên êvarê jî berdewam bike.

(ekîb)

ANHA