Şêniyên Reqayê bajarê xwe paqij dikin

Komîteya Paqijiyê ya girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê û bi alîkariya Komîteya Jinûveavakirinê dest bi xebatên paqijkirina kolanan kir. Kirs û bermahiyên heyî têne rakirin û kuçe û kolan tên paqijkirin.

Şêniyên Reqayê bajarê xwe paqij dikin
Şêniyên Reqayê bajarê xwe paqij dikin
Şêniyên Reqayê bajarê xwe paqij dikin
Şêniyên Reqayê bajarê xwe paqij dikin
22 tîrmeh, 2018   12:14

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê di 1'ê Tîrmeha derbasbûyî de dest bi xebatên paqijkirin û jinûveavakirina Reqayê ki. Di heman demê de xebatên pêşxistina xebatên xizmetguzariyê jî dest pê kir. Di vê çarçoveyê de komîteyê dest bi xebatên paqijkirina bajar kir.

Alavên taybet ku di projeya paqijiyê de kar dikin, 3 treks, 3 tirêmpêl, 7 traktor û 2 erebeyên sergoyê têne bikaranîn. Ji bilî wan jî 14 erebeyên ji bo veguhastinê yên girêdayî rêxistina Firat bi alîkariya Komîteya Jinûveavakirinê alîkariyan pêşkêş dikin.

Projeya ku hatiye destpêkirin bi mîqdara derdora 450 hezar dolaran pêk tê, di vê projeyê de derdora 49 karkeran û 18 çavdêr kar dikin. Di heman demê de 150 karkerên şaredariyê dixebitin.

Serokê Komîteya Paqijiyê Esed El-Mustefa der barê mijarê de got ku hemeleya wan dê 5 mehan dewam bike û da zanîn ku di vê demê de dê hemû bajar ji bermahî û sergoyê were paqijkirin.

ANHA