YRA'yê yekem civîna xwe li Minbicê li dar xist

Berpirsên Yekitiya Ragihandina Azad di civîna xwe ya yekem de ku bi xebatkarên çapemeniyê yên Mibicê re li dar xist, armanca yekitiyê û erka dikeve ser milê xebatkarên çapemeniyê nirxandin.

YRA'yê yekem civîna xwe li Minbicê li dar xist
YRA'yê yekem civîna xwe li Minbicê li dar xist
YRA'yê yekem civîna xwe li Minbicê li dar xist
22 tîrmeh, 2018   12:24

MINBIC

Hevserokê Yekitiya Ragihandina Azad (YRA) Sîpan Can û endama Meclisa YRA'yê Şîlan Mihemed rêveberiya civîna ku li salona Meclisa Zagonsaz a Minbicê hate lidarxistin û piraniya xebatkarên çapemeniyê yên herêmê beşdarî wê bûn, bi rê ve bir.

Di civînê de hevserokê YRA’yê Sîpan Can axivî û bal kişand ser girîngiya avakirina YRA'yê û ev tişt anî ziman: "Di destpêka aloziya Sûriyeyê de me kongreya yekem a YRA'yê li dar xist. Hejmareke mezin ji xebatkarên çepemeniyê beşdarî wê bûn. Armanc bi vê yekê dagirtina valatiyê û birêxistinkirina xebatên çapemeniyê bû. Ji ber ku bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re gelek saziyên çapemeniyê hatin avakirin, lewma avakirina YRA’yê pêwîstiyek bû, da ku rewşên qanûnî werin parastin."

Di berdewama civînê de xebatkarên çepemeniyê pirsên xwe ji hevserokê YRA’yê kirin. Di dema bersivdayînê de nîqaş hatin kirin. Di nava nîqaşan de behsa rewşa heyî hate kirin û rêziknameya hundirîn a YRA’yê hate şîrovekirin.

Yekitiya Ragihandina Azad di kongreya xwe ya çaran de ku li Qamişlo hate lidarxistin, gelek biryar der barê pêşxistina xebatên YRA û firehkirina karê wê de dan. Di nava biryaran de vekirina şaxên YRA'yê li gelek herêmên rizgarkirî yên Bakurê Sûriyeyê heye.

ANHA