Tevgera Azadî ji bo hilbijartinê ew ê serî li Bexdayê bide

Tevgera Azadî ya ku hatibû qedexekirin ew li Başûrê Kurdistanê tevlî hilbijartinan bibe, ew ê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bide.

Tevgera Azadî ji bo hilbijartinê ew ê serî li Bexdayê bide
22 tîrmeh, 2018   12:00

NAVENDA NÛÇEYAN

Herêma Kurdistanê ya Federal ew ê li herêma xwe di 30’ê Îlonê de ji bo parlementoyê hilbijartinê li dar bixe. Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Bilind a Kurdistanê destûr neda ku Tevgera Azadî tevlî hilbijartinan bibe. Hate ragihandin ku ji ber vî tiştî ew ê Tevgera Azadî serî li Dadgeha Federal bide.

Tevgera Azadî destnîşan kir ku ji ber gilîkirina rêxistinekê Komîsyona Hilbijartinê ya Serbixwe ya Bilind a Kurdistanê bêyî ku agahiyê bide wan, biryara astengkirinê daye.

Tevgera Azadî diyar kir ku ev biryar ne zagonî ye û nerazîbûnî nîşanî biryara komîsyonê da.

Tevgera Azadî da zanîn ku wekî partiyên din ên ku ew ê tevlî hilbijartinê bibin, wan jî serî lê dane.