'Şoreşa Rojava parastina mîrasên kevn ên şoreşê kiriye'

Pêkhateyên herêma Cizîrê diyar kir ku şoreşa Bakurê Sûriyeyê berdewama şoreşên berê ye û destnîşan kir ku gelên herêmê karîbûn hemû planên gemarî têk bibin.

'Şoreşa Rojava parastina mîrasên kevn ên şoreşê kiriye'
'Şoreşa Rojava parastina mîrasên kevn ên şoreşê kiriye'
'Şoreşa Rojava parastina mîrasên kevn ên şoreşê kiriye'
'Şoreşa Rojava parastina mîrasên kevn ên şoreşê kiriye'
'Şoreşa Rojava parastina mîrasên kevn ên şoreşê kiriye'
22 tîrmeh, 2018   12:01

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê tev li merasîma sersaxiyê ya şervanê YPG'ê Zana Hesen (Zagros Amûdê) bûn ku 17'ê Adarê di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû. Konê sersaxiyê li ber mala malbata şehîd hate vekirin.

Endamê Rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan Seîd Ferso di merasîmê de axivî û diyar kir ku şêniyên Rojava erka xwe ya beranberî welatê xwe pêk anî û ji mirinê jiyan afirandin û got ku pêkhateyên Rojava bi saya têkoşîna şehîdan parastina destkeftiyên xwe kirin.

Di merasîmê de her wiha endamê Fermandariya YPG'ê Reşîd Reşîd jî axivî û got ku şoreşa Rojava berdewama şoreşên berê ye û parastina mîrasên kevn ên şoreşê kiriye û wiha dom kir: “Gelên herêmê bi têkoşîna xwe karîbûn hemû planên li dijî herêmê pêk hatine vala derxin. Şoreşa Rojava-Bakurê Sûriyeyê xwe nespart tu hêzên navdewletî lê belê bi saya şehîdên wekî Zagros û Hêwa îro welat hatine rizgarkirin û destkeftî hatine bidestxistin.”

Piştî axaftinan sicîla şehîd hate xwendin û radestî malbata şehîd Zagors Amûdê hate kirin. Serdana konê sersaxiyê dê heta saetên êvarê dewam bike.

ANHA