Li rojhilatê Kurdistanê erdhej

Li eyaleta Kirmaşan a rojhilatê Kurdistanê bi pileya 5.9 erd hejiya. Li gelek bajarên başûrê Kurdistanê jî erdhej hate hîskirin.

Li rojhilatê Kurdistanê erdhej
22 tîrmeh, 2018   11:37

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Lêkolîna Erdhejê ya Zanîngeha Tehranê ragihand ku navenda erdhejê herêma Taza Abad a Kirmaşanê ye. Hate gotin ku erdhej li gorî dema herêmî saet di 13.15'an de bi 8 kîlometreyan li binê erdê rûdaye.

Tevî bajarên Sine, Kirmaşan, Îlam û Ûrmiyeyê yên Rojhilatê Kurdistanê, herêmên Germiyan, Helebçe, Silêmaniye, Raperîn û Derbendîxan ên Başûrê Kurdistanê jî bi erdhejê hesiyan.

Li Çiyayê Banglo yê li nêzî bajarê Ciwanro yê Kirmaşanê, ji ber erdhejê gelek teht wergeriyan.

Li ser encamên erdhejê heta niha daxuyanî nehatine dayîn.

12'ê Mijdara 2017'an li Kirmaşanê erdhejek bi dijwariya 7.3 rûdabû û herî kêm 620 kes miribûn, zêdetirî 8 hezar û 500 kes birîndr bûbûn. Birînên wê erdhejê hêj nehatine pêçandin.