Cenazeya Rêvebera PYD‘ê Roşîn Henan li Helebê hate oxirkirin

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê, cenazeya Endama Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Roşîn Hanan Şêxo a ku di encama kirîza dil de jiyana xwe ji dest da bi merasîmekê spartin axê.

Cenazeya Rêvebera PYD‘ê Roşîn Henan li Helebê hate oxirkirin
Cenazeya Rêvebera PYD‘ê Roşîn Henan li Helebê hate oxirkirin
Cenazeya Rêvebera PYD‘ê Roşîn Henan li Helebê hate oxirkirin
Cenazeya Rêvebera PYD‘ê Roşîn Henan li Helebê hate oxirkirin
Cenazeya Rêvebera PYD‘ê Roşîn Henan li Helebê hate oxirkirin
21 tîrmeh, 2018   17:19

HELEB

Bi dehan şêniyên taxa Şêxmeqsûd ji bo oxirkirina cenazeyê têkoşer Roşîn ji ber mala wî kom bûn, piştî ku cenaze wergirtin ber bi merasîmekê bi goristana taxê ya beşê Rojava spartin axê.

Têkoşer Roşîn Şêxo di sala 1973'yan de li Efrînê ji dayîk bûye. Di ciwantiya xwe de fikir û felsefeya Rêberê rê gelê Kurd Abdullah Ocalan nas kir û tevlî têkoşîna doza Kurd bû.

Bi avakirina Partiya Yekîtiya Demokratîk re têkoşer Roşîn tevlî xebatên partiyê bû û wekî endama meclîsa bajarê Efrînê hate hilbijartin û piştre bû Endama Rêveber a Partiyê. Piştî dagirkirina Efrînê, Roşîn têkoşîna xwe li herêmên Şehbayê berdewam kir.

Roşîn ku beriya demekê dilê xwe emeliyet kiribû, ji ber ku hemû binpêkirin û komkujiyê artêşa Tirk derheqê şêniyên Efrînê de li ber çavên wê pêk hatin, ew jî bandoreke neyînê li ser tenduristiya wê kir.

Ji ber kêmbûna tenduristiyê û dorpêça li ser herêma Şebayê Roşîn piştî ku bi zehmetî xwe gihand Helebê ji bo dermankirinê, jiyana xwe ji dest da.

(şx)

ANHA