Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin

Li Girê Spî, 4 gorên komî yên leşkerên Rêjîma Sûriyê jî "Tugeya 93" ku ji aliyê DAIŞ‘ê ve hatibûn kuştin, hatin dîtin.

Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
Li Girê Spî 4 gorên komî hatin dîtin
21 tîrmeh, 2018   16:57

GIRÊ SPÎ

Li ser agahiyên şêniyên gundewarên navçeya Eyn Îsa ya Girê Spî ku gorên komî dîtine, Hêzên Asayîşa Kantona Girê Spî berê xwe dane cihên goran.

Piştî lêpirsînê diyar bû ku 4 gorên komî ne. Li ser vê yekê Buroya Têkoşîna Li Dijî Sûcan a Asayîşê ekîpek ji bijîşkên edlî ava kirin, her wiha ji bo rakirina cenazeyan alîkarî ji karkerên şaredariyê xwest.

Gor dikevin aliyê rojavayê navçeya Eyn Îsa. Piştî vekirina goran diyar bû ku vedigerin leşkerên rêjîma Sûriyê yên ji "Tugeya 93" ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatin kuştin.

Li gorî şêniyên herêmê, çeteyên DAIŞ‘ê êrîşeke li dijî rêjîmê pêk anî û 360 endamên tugeyê kuştin, cenazeyên wan di gorên komî de definkirin.

Derbarê mijarê de, Dadwerê Komîteya Dadgehê yê navçeya Eyn Îsa Mihemed El-Deyîl got, "Piştî derxistina hemû cenazeyan dê lêkolîn were kirin da ku were naskirin cenaze yên kê ne û radestî malbatên wan werin kirin."

(bb)

ANHA