Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin

Şêniyên Tebqayê endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mamûn El-Hadî (Mamûn Cirniyê) bi merasîmekê li goristana Şehîdên Tebqayê oxir kirin.

Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
Şêniyên Tebqayê şehîd Mamûn oxir kirin
21 tîrmeh, 2018   18:01

TEBQA

Endamê Hêzên Ewlekariya Hindirîn Mamûn El-Hadî bi nasnav Mamûn Cirniyê pêş du rojan dema mayîna ji bermahiyên çeteyên DAIŞ‘ê bê bandor bike, li gundî dikeve rojavayê El-Cirniyê şehîd dibe.

Şêniyên Tebqayê û bajarokên El-Cirniyê û El-Mensûra cenazeyê Mamûn ji nexweşxaneya Niştîmanî ya Tebqayê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristanaa Şehîdên Tebqayê ve oxir kirin.

Li goristan kerwanê cenaze ji aliyê dehan kesî ve hate pêşwezîkirin.

Merasîmê bi turaneke leşkerî ji aliyê hêzên Ewlekariya Hindirîn ve destpê kir.

Paşê Cîgira Hevserokatiya Hêzên Ewlekariya Hindirîn a Tebqayê Nesrîn Ubeyd şehîdên azadiyê bi bîr anî û sersaxî ji malbata şehîd Mamûn re xwest.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê, Endama Komîteya Têkiliyên Giştî Asya El-Xerbî jî axivî û got, "Roja serkeftina heqiyê li hemberî ne heqiyê mafiyê nêzîk dibe Hêzên me li hemberî çeteyên DAIŞ‘ê serkeftinên mezin bidest xistin û gelek herêmên Bakurê Sûriyê rizgar kirin. "

Piştî bidawîbûna axaftinan wesîqeya şehadetê  ji aliyê Komîteya Malbatên Şehîdan ve hate xwend piştre jî numêj cenaze di nava dirûşme spartin axê.

(şx)

ANHA