Çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker li Bakur û Başûrê Kurdistanê

Gerîlayên HPG’ê li dijî yekîneyên artêşa Tirk a dagirker li navçeyên Gever û Şemzînan a Colemêrgê û herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê çalakî kirin.

Çalakiyên gerîla li dijî artêşa dagirker li Bakur û Başûrê Kurdistanê
21 tîrmeh, 2018   12:35

NAVENDA NÛÇEYAN

 Li gorî daxuyaniya ji aliyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ve hate kirin, gerîlayên HPG’ê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de li yekîneyên artêşa Tirk xistine.

HPG’ê têkildarî çalakiyên li navçeyên Gever û Şemzînan ên Colemêrg û herêma Biradost a Başûrê Kurdistanê ev agahî parvekir:

‘’Bi çarçoweya Pêngava Şoreşger a Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî hêzên me li dijî artêşa TC’ê ya dagirker çalakî pêk anîn. Berfirehiya çalakiyan wiha ye;

20’ê Tîrmehê saet 08.15’an hêzên me li Colemêrg Geverê li girê Şehîd Zerdeşt çalakiyek dijî yekîneyeke dijmin kirine. Di çalakiyê de derbên serkeftî li kozikên dijmin hatine xistin. Di vê çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û çend birîndar bûne tespît nebûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistine.

Heman rojê saet 14.30’an li Colemêrg Şemzînanê, li girê Şikêra Spî hêzên bi ser yekîneyeke dijmin de girtine. Di vê çalakiyê de hêzên bi rengekî xurt êrîş bi ser bi ser kozikên de birine. Hijmara kuştî û birîndarên leşkeran diyar nebûye. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi obûs û hawanan li qadê xistine.

21’ê Tîrmehê saet 06.30’an hêzên me li Başûrê Kurdistanê li Sidekanê, li herêma Bradost girê Lêlikanê çalakiyek bi ser leşkerên dijmin de birine. Ji du baskan ve hêzên me bi ser kozikên dijmin de çûne. Di çalakiyê de ji leşkerên dijmin çend hatine kuştin û birîndar bûne zelal nebûye.