Li Deraayê 26 sivîl hatin kuştin

Li gundewarên rojavayê Deraayê duh ji ber bombebarana hêzên rêjîmê 11 jê zarok, 26 sivîl hatin kuştin.

Li Deraayê 26 sivîl hatin kuştin
21 tîrmeh, 2018   12:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendeyê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman ragihand ku balafirên leşkerî yên Rûsya û Sûriyeyê herêmên rojavayê Deraayê yên di bin serweriya rêxistina DAIŞ`ê de topbaran kirin û di encama topbaranê de 26 sivîl hatin kuştin ku di nav de 11 zarok û bi dehan birîndar jî hene.

Ramî Ebdulrehman diyar kir ku bi sedan top û bermîlên teqemeniyê, herêma Hewd El-Yermûk a ku di bin serweriya çeteyên Xalid bîn El-Welîd de armanc girtin, her wiha gelek gund û bajarok hatin topbarankirin ku di nav de Tesîl, Hêt, Sehim El-Colan û El-Şecra jî hene.

Piştî ku hêzên rêjîmê derdora ji sedî 90 ji Deraayê di hevpeymanê de xiste bin serweriya xwe, li pêşiya hêzên rêjîmê tu astengî neman ji bilî heremên di bin serweriya DAIŞ`ê de û bi vê yekê jî dê rêjîm hemû bajar bixe bin serweriya xwe.

(ekîb)