HPG’ê nasnameya gerîlayê li Bedlîsê şehîd bibû eşkere kir

Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya gerîlayê di şerê 12’ê Tîrmehê de şehîd bibû eşkere kir.

HPG’ê nasnameya gerîlayê li Bedlîsê şehîd bibû eşkere kir
21 tîrmeh, 2018   13:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî daxuyaniya ji aliyê HPG’ê ve hate eşkere kirin, di encama bomberdûmana artêşa Tirk a li devera Şêx Cûma a girêdayî Bedlîsê de gerîlayê bi navê Diyako Ahemdî (Hemlet Dersim) ê li Sine hatî dinê şehîd bûye.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kesê bi navê Farûk Unal ê berê hatibû diyarkirin ku bi birîndarî ketiye destê artêşa Tirk, xwe radestî artêşa Tirk kiriye.

Nasnameya gerîlayê şehîd ketî wiha ye:

Nasnav: Hemlet Dersim

Nav û Paşnav: Diyako Ehmedî

Cihê Jidayikbûnê: Sine

Navê Dayikê- Bav: Avat- Tîkbal

Cih û Dîroka Şehadetê: Bedlîs/ 12’ê Tîrmeha 2018