Çeteyên Tirkiyeyê li Cindirêsê bi hev ketin

Şeva din li navçeya Cindirêsê di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Tabûra El-Farûq ên girêdayî artêşa tirk a dagirker de  şerên giran rûdan. Şer  heta saetên sibê dewam kir. 

Çeteyên Tirkiyeyê li Cindirêsê bi hev ketin
Çeteyên Tirkiyeyê li Cindirêsê bi hev ketin
Çeteyên Tirkiyeyê li Cindirêsê bi hev ketin
20 tîrmeh, 2018   09:01

EFRÎN

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ji ajansa me ANHA`yê re tekez kir ku di navbera Ehrar El-Şerqiyê û Tabûra El-Farûq ên girêdayî artêşa tirk a dagirker de şer derket û di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan jî çêbûn. 

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyên Ehrar El-Şerqiyê û Tabûra El-Farûq li ser mal û milkên welatiyên gundê Goran ê girêdayî navçeya Cindirêsê yên  ku dizîne, bi hev ketin.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyan welatiyên gundê Goran wek mertalên zindî bi kar anîn û bi dare zorê ew derxistin meşekê.

Ji aliyekî din ve jî çeteyan bi dehan welatiyên taxa El-Tehtaniyê ya navçeya Cindirêsê revandin û kesên revandî ber bi cihên nenas ve hatin birin.

(ekîb)

ANHA