‘Divê li dijî zanîngeha şîrket, zanîngeha azad bê nîqaşkirin’

Di yekem rûniştina ‘Komxebata Zanîngehek Azad û Demokratîk’ de dîroka zanist, zanista bilind û desteserkirina zanîngehan ji aliyê desthilatdariyê ve hat nîqaşkirin. Hat gotin ku divê li dijî zanîngeha şîrket, zanîngeha azad bê nîqaşkirin.

‘Divê li dijî zanîngeha şîrket, zanîngeha azad bê nîqaşkirin’
20 tîrmeh, 2018   09:13

QAMIŞLO

Komxebata “Zanîngehek Azad û Demokratîk” rûniştina yekem de mamoste Zozan Elî û mamosta Aras Fetah semîner dan. Mamoste Aras Fetah dîroka zanist û saziyên zanista bilind li rojhilata cîhanê û Rojhilata Navîn vegot. Di şîrovekirina mamoste Aras de armanca pêşxistina zanîngehê, astên ku tê de derbazbûyî û pirsgirêkên heyî. Dîsa vejîna zanistê li Rojhilata Navîn hat şîrovekirin.

Piştî vegotina mamosta Aras Fetah, mamoste Zozan Elî li ser krîzên zanîngehan, avabûna zanîngehan û desteserkirina zanîngehan ji aliyê desthilatdariyê ve şîrove kir.

‘Zanist ketiye destê desthilatdariyê’

Mamoste Zozan di destpêkê de 6’emîn salvegera destpêkirina Şoreşa Rojava pîroz kir. Zozan diyar kir ku li cîhanê tevahî nîqaşên krîzên zanîngehan tên nîqaşkirin û wiha axivî: “Zanîngeh pêşxistina wê li Ewropayê pêk hat. Çawa ku ji bo gotina rastiyê Bruno û Galileo hatin şewitandin, aqubeta zanyarên niha jî rastiyan dibêjin heman in. Desthilatdariyê zanist û zanîngeh desteser kirin. Ev di sedsala 17’an de geş bû, lê hebûna wê xwe dispêre dema sumeriyan. Desthilatdariyê zanist ji civakê qut kiriye û hesabê civakê nake. Mînaka wê jî bombeya atomê ye.”

‘Divê li dijî zanîngeha şîrket, zanîngeha azad bê nîqaşkirin’

Zozan bal kişand ser xwebirêxistinkirina li dijî vê zanista destê desthilatdariyê de û wiha pê de çû: “Li zanîngehên destpêkê jî li dijî nêzîkatiyên desthilatdariyê xwendekar û mamosteyan rêxistina xwe çêkiriye. Destpêkê divê em bizanin ku komên xaçperestan ne tenê zêr û zîv, zanist ji Rojhilata Navîn dizîn. Niha jî zanîngehên Ewropayê û Amerîkayê yên bûne şirket wek kopîkirina wan li Rojhilata Navîn tê rêvebirin. Divê em li dijî van şirketan Zanîngehek Azad û Demokratîk ava bikin. Divê em nîqaşên têkoşîna li dijî zanîngehên şirket û dibin sedemê rûxana civakê û xizmeta desthilatdariyê de bikin. Ji bo wê jî divê em yekem car civaka bi tunekirinê re rû bi rû ye biparêzin. Yan jî hebûna zanista bêcivak kêr tiştekî nayê.”

Piştî axaftina Zozan ji mêvanên Ewropay bi rêya Skype tev li komxebatê bûn. 

(ekib)

ANHA