Komxebata zanîngehên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir

Çalakiyên Komxebata Zanîngeha Rojava bi dirûşma "Zanîngeha azad û demokratîk" dest pê kir.

Komxebata zanîngehên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Komxebata zanîngehên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
Komxebata zanîngehên Bakurê Sûriyeyê dest pê kir
20 tîrmeh, 2018   08:49

QAMIŞLO

Îro li Zanîngeha Rojava ya bajarê Qamişlo ya herêma Cizîrê ya Bakurê Sûriyeyê bi dirûşma "Zanîngeha azad û demokratîk" komxebata li ser materyalên zanîngehê û mekanîzmaya wê di zanîngehên Rojava û Bakurê Sûriyeyê de li hola civînan a zanîngehê  hate destpêkirin.

Mamosteyên zanîngehên Bakurê Sûriyeyê, kadroyên dersdayîn, hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsif, şêwirmenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Mizgîn Ehmed, berdevkê Fermî yê YPG`ê Nûrî Mehmûd, hevserokê Komîteya Têkiliyên Diplomasî Abdulselam Ehmed tev li komxebatê bûn.

Komxebat bi rêzgirtin dest pê kir. Paşê yek ji endamên komîteya amadekar a komxebatê Welîd Bekir axivî û destnîşan kir ku armanca wan ji lidarxistina komxebatê ku aliyê fêrkirinê di zanîngehên Rojava de bi pêş bixin û dan û standina zanebûnê di navbera mamosteyên zanîngehê û kadroyên dersdayînê de çêbe, her wiha bingeheke xurt ji bo mekanîzmaya di zaningehan de were avakirin. 

Paşê hevseroka Desteya Rêveber a Federaliya Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê Foza Yûsiv axivî û û 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li hemû gelê Bakurê Sûriyeyê pîroz kir. Foza diyar kir ku hemû şoreşên cîhanê pêwîstiya wan bi fikr û rêbaz heye da ku bi ser bikeve û şoreşa ku rê û rêbazên rast esas nagıre dê bi bin bikeve.

Foza destnîşan kir ku li hemû dewletên cîhanê zanîngeh hene û di ew zanîngehan di pirsgirêkên mezin de derbas dibin ji ber ku fikrên yekalî ji xwe re girtin û wiha pê de çû: "Ji ber wê jî aloziyeke mezin di zanist û exlaq de çêbû. Zanist kirine çeka ku pê li hemberî mirovan disekinin. Ji ber vê pêwîst e li hemberi zanebûnên bi vî rengî were sekinandin û zanîngehên Rojava – Bakurê Sûriyeyê ber bi rêya rast ve bibin. Pêwîst e mirovên zane xwedî exlaq dûrî fikrên desthilatdar were avakirin."

Foza tekez kir ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê gelek destkeftî bi dest xistin û  yek ji wan avakirina zaningeha li hemû herêmên Bakurê Sûriyê da ku kadroyên zane ku dikarin civakê bi rêve bibin û bi pêş bixin, ava bike.

Wekî ku hatibû payîn ku 3 mamoste ji zanîngeheke Almanya û başûrê Kurdistanê dê tev li komxebatê bibana lê hikumeta başûrê Kurdistanê (PDK) derfet neda wan ku di rêya Korîdora  Sêmalka re derbasî Rojava bibin.

(bx)

ANHA