KCD`ê şehîdên Komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn

Kongreya Civaka Demokratîk ciwanên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyê ku di Komkujiya Pirsûsê de şehîd bûbûn, bi bîr anîn.

KCD`ê şehîdên Komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn
20 tîrmeh, 2018   08:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Kognreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyekê şehîdên Komkujiya Pirsûsê bi bîr anîn.

Daxuyaniya KCD`ê wiha ye:

ʺCiwanên çepgir-sosyalîst ên Tirkiyeyê bi armanca piştevaniya enternasyonal a ji bo piştevaniya gelê me û Şoreşa Rojava di 20’ê Tîrmeha 2015’an de li Pirsûsê kom bûn.

Çeteyên terorê yên DAIŞ’ê di nava ciwanan de bombe teqandin. Di vê êrîşa bombeyî de 33 ciwanên sosyalîst şehîd bûn û zêdetirî 100 ciwan jî birîndar bûn. Li gel ku di ser vê komkujiyê re 3 sal derbas bûn jî hêj “perdeya tarî” ya li ser vê komkujiyê ranebûye. Hê jî berpirsyar û hêzên sereke yên vê komkujiyê dernexistine holê.  Hewl didin ser vê komkujiyê bigirin û ji rojevê derxin.

Di 3’yemîn salvegera Komkujiya Pirsûsê de em bi ruhê têkoşînê û bîr û baweriyeke xurt hem û şehîdan bi bîr tînin. Bi baweriya girêdana bîranîna wan, em soza ku ew daxwaz û hêviyên ji bo yekitiya gelan, biratî û pêşerojeke azad-demokratîk ên şehîdên me canê xwe di rêya wê de dane, bi têkoşîna xwe em ê bidin jiyandin û bigihînin serfiraziyê, didin wan.

Girêdana bi bîranîna wan re, divê em rêxistiniya xwe xurttir bikin, têkoşîna hevpar bimeşînin û bi ruhê têkoşîna enternasyonal rê nîşanî hemû gelên Rojhilata Navîn bidin. Bi van hest û ramanan em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin.

Di şexsê şehîdên Pirsûs û Rojava de hemû şehîdên azadiyê careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û em minêtdarên wan in.ʺ

(ekib)