Duyemîn konferansa Yekitiya Jina Azad dest pê kir

Duyemîn Konferansa Yekitiya Jina Azad a herêma Şehbayê bi tevlêbûna 150 endaman û bi dirûşma "Azadiya jinan mîsogerıya azadiya civaka demokratîk e" dest pê kir.

Duyemîn konferansa Yekitiya Jina Azad dest pê kir
Duyemîn konferansa Yekitiya Jina Azad dest pê kir
Duyemîn konferansa Yekitiya Jina Azad dest pê kir
Duyemîn konferansa Yekitiya Jina Azad dest pê kir
Duyemîn konferansa Yekitiya Jina Azad dest pê kir
20 tîrmeh, 2018   07:48

ŞEHBA

Duyemîn Konferansa Yekitiya Jina Azad bi dirûşma "Azadiya jinan mîsogeriya azadiya civaka demokratîk e" bi beşdariya 150 endam, nûnerên Kongreya Star a Efrînê û Partiya Sûriyeyê ya Pêşerojê, dest pê kir.

Hola konferansê bi wêneyên şehîdên Eniya Jina Azad a Şehbayê, YPJ, ala Yekitiya Jina Azad û pankartên bi nivîsa "Bi rihê Avesta û Barînan em ê Şehba û Efrînê rizgar bikin, azadiya jinan mîsogeriya civaka demokratîk e, nasnameya Kongreya Star mîsogeriya dîroka jinan û jiyana azad e û bi rihê Berxwedana Serdemê emê şoreşa jinê bikin şoreşa civakî" hate xemilandin.

Li gorî komîteya amadekar a konferansê ku piştî konferans bi rêzgirtin destpê bike dê axaftin ji aliyê hevseroka Meclisa Dameziriner a Federaliya Demokrtîk a Bakurê Sûriyeyê Hediya Yûsif ve were kirin û paşê dê raporên salane werin xwendin û nîqaş li ser rewşa siyasî û rêxistinî dê werin kirin. Her wiha dê rêziknameya yekitiyê were xwendin û pêşniyar dê werin kirin.

Tê zanîn ku di dawiya konferansê de wê Koordînasyona Giştî ya Yekitiya Jina Azad a herêma Şehbayê were hilbijartin.

(bx/ew)

ANHA