ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 20-07-2018
20 tîrmeh, 2018   04:00

- Qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- "Bê berxwedan jiyan bê wate ye. Axa welat tenê bi xwîna ciwanên wê tê paqijkirin". Bi van gotinan Şêrwan Efrînê riya xwe pejirand û beşdarî nava xebatên parastina axa welat bû. Li her kolaneke taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bîranîneke wî ya lehengiyê heye. Şêrwan Efrîn bi israr xwest beşdarî berxwedana serdemê bibe û di vê berxwedanê de gihîşt asta şehadetê. (BI WÊNE).

- Şêniyên navçeya Tirbespiyê, şervanên YPG û YPJ`ê serdana konê sersaxiyê yê şervanê YPG`ê Çekjîn Tirbespiyê ku di bersivdayîna êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Efrînê şehîd bûbû, dikin û sersaxî ji malbata wî re dixwazin. Konê sersaxiyê wê li ber mala wî li navçeyê were vedan. Saet 11:00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li Zanîngeha Rojava ya li bajarê Qamişlo komxebatek ji bo pêşxistin, nîqaşkirin û xurtkirina  perwerdehiya zanîngehên Rojavayê Kurdistanê tê lidarxistin.(BI WÊNE Û DÎMEN)

- Ji ber zulma artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ne mirov û ne jî kevir nas dike, 4 malbat piştî ku li çiya û geleyan derbeder bûn, xwe gihandin herêma Şehbayê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê yekemîn konferansa xwe lidar dixe. Saet  09:00.(BI WÊNE Û DÎMEN).

- Zarokê Efrînî yê bi navê Imru ji têlên bafon lîstokan çêdike û pêşkêşî zarokên kampa Berxwedan dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Berdevka Meclîsa Jinên Sûriyê Lîna Berekat got, "Divê berjewendiyên gel di ser berjewendiyên herêmî û navdewletî were girtin. Pêwîste em li xalên ku li ser wê li hev bikin bigirin." Lîna Berekat, her wiha bang li jinan kir ku beşdarî forma nû destûra Sûriyê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Hejmarek jinên ku dikarîbûn xwe ji hovîtiya çeteyên dagirkeriya Tirkiyê xelas bikin û xwe bighînin Şehbayê destnîşan kir ku çete û leşkerên artêşa Tirk a dagirker bi navê "Hele û Heram" fermanan li jinan dikin û diyar kirin ku wan şahidiya kuştin û destdirêjiyê kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kongreya Star li navçeya Tirbespiyê ji bo hilbijartina rêveberiyeke nû li Akademiya Ş.Yekta Herekol civînekê lidar dixe, saet 09:00. Bi heman armancê li navçeya Til Hemîs jî civîn tê lidarxistin, saet 11:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Şaredariya Gel a herêma Şehbayê xizmeta şêniyên Efrînê yên li gund û kampan didomîne û ji sedî 75 pirsgirêka avê çareser kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA