Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e

"Bê berxwedan jiyan bê wate ye. Axa welat tenê bi xwîna ciwanên tê rizgarkirin". Bi van gotinan Şêrwan Efrînê riya xwe pejirand û beşdarî nava xebatên parastina axa welat bû. Li her kolaneke taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bîranîneke wî ya lehengiyê heye. Şêrwan Efrîn bi israr xwest beşdarî Berxwedana Serdemê bibe û di vê berxwedanê de gihîşt asta şehadetê.

Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
Yek ji lehengên berxwedana Serdemê şehîd Şêrwan e
20 tîrmeh, 2018   04:20

SÎLVA MISTEFA – MIHEMED EBDO / HELEB

Mihemed Hesen binasnav (Şêrwan Efrîn) cihê xwe di nava xebatên parastina şoreşa gelê Rojava û Bakurê Sûriyeyê de digirt û ji bo parastina azadî û jiyana bi rûmet di Berxwedana Serdemê ya Efrînê de gihîşt asta şehadetê.

Têkoşer Şêrwan Efrîn di sala 1984'an de li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê çavên xwe ji dunyayê re vedike û di nava malbateke welatparêz de mezin dibe. Malbata têkoşer Şêrwan Efrîn ji gundê Baxçe yê navçeya Bilbilê ya Efrînê ji ber rewşa aborî koçberî Helebê bûye.

Malbata têkoşer Şêrwan Efrîn ji bav Mihemed Hisên Hesen û dayîk Rexda Îbiş û 4 xort û 3 keçan pêk tê. Têkoşer Şêrwan xortê duyemîn ê malbatê ye.

Têkoşer Şêrwan Efrîn ji zaroktiya xwe ve xwedî taybetmendiyên cîwaz e û ji aliyê hemû dost, heval û xizmên xwe ve dihat hezkirin. Dema ku armancek dida pêşiya xwe bi israr ber bi pêkanîna armanca xwe ve diçû. Hezkirina doza welat mijara wî ya sereke bû. Bi rûkeniya xwe navdar bû û her tim bi rihekî germ tevdigeriya.

Têkoşer Şêrwan Efrîn ji ber rewşa aborî ya malbatê neçar dimîne dibistana xwe ya navendî terk bike û ji bo debara malbata xwe dixebite û di xebata xwe ya dirûtinê de jî pispor bû. Di sala 2003'an de diçe leşkertiyê û li Şamê leşkertiya xwe diqedîne.

Têkoşer Şêrwan Efrîn ji siwarbûna hespan, melevanî û fotbolê gelekî hez dikir û werzîş beşekî mezin ji jiyana wî biribû. Di clûba El-Huriyê ya bajarê Helebê de lîstokvanekî pispor bû û jêre "xwediyê piyê zêrîn" dihat gotin.

Têkoşer Şêrwan Efrîn di sala 2005'an de dizewice û paşê 3 zarokên wî çêdibin.

Parastina doza welat armanca wî ya sereke bû

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re têkoşer Şêrwan Efrîn li taxa Şêxmeqsûd beşdarî nava xebatên parastinê dibe û cihê xwe li eniyên berxwedanê û bendên kontrolê yên taxê digire.

Têkoşer Şêrwan Efrîn xebatên xwe yên parastinê berdewam dike û piştî ku Hêzên Asayîşê hate avakirin beşdarî nava xebatên Asayîşê dibe û piştî ku Yekîneyên Parastina Gel ava dibe ji nava Asayîşê derdikeve û cihê xwe di nava YPG'ê de digire. Têkoşer Şêrwan Efrîn hemû erk û misyonên xwe bi rêk û pêk didan meşandin.

Dayîka têkoşer Şêrwan Efrîn, Rexda Îbiş der barê kesayeta kurê xwe de wiha dibêje,"Şehîd Şêrwan leşkerekî bê hempa bû tu carî ji mirinê ne ditirsiya. Hezkirina welat û parastina doza welat û fêrbûna zimanê xwe yê zikmakî armancên wî yên sereke bûn. Ji zaroktiya xwe ve çalak bû aşiqê azadiya gelê xwe bû û her tim digot welat her tişt e dayê."

Bavê têkoşer Şêrwan Efrînê Mihemed Hisên Hesen jî diyar kir ku têkiliya di navbera wî û kurê wî de weke dost û hevalan bû û da zanîn ku têkoşer Şêrwan barê malbatê bi wî re radikir û çareserî ji hemû pirsgirêkên malbatê re didîtin û wiha bi bîr anî,"Di êrîşeke çeteyan de hevsera min Rexda bi parçeyekî topê birîndar bû. Şehîd Şêrwan tavilê hevalên şandin da ku dayîka wî rabikin nexweşxaneyê û nexwest eniya berxwedanê terk bike da ku dayîka xwe rabike nexweşxaneyê û wiha digot, hemû dayîkên taxê weke dayîkên min in. Taxa me birîndar e û ne tenê dayîka min birîndar e."

Di her kolaneke taxê de bîranîneke berxwedana wî heye

Rêhevalê têkoşer Şêrwan Efrînê yê bi navê Ferhad Kobanê diyar kir ku têkşer Şêrwan beşdarî hemû xebatên parastinê û berxwedana li dijî komên çete yên li taxa Şêxmeqsûd bûye û muhar xwe li hemû pevçûnên di navbera şervanan û komên çete de daye û wiha got: "Şehîd Şêrwan her tim şehadet dida ber çavên xwe da ku ewlehî û aramiyê ji welatiyan re peyda bike."

Ferhad Kobanê di berdewama axaftina xwe de got ku têkoşer Şêrwan bi çeka xwe ve girêdayî bû û bi rihê hevaltiyê tevdigeriya û her tim hevalên xwe di pevçûnan de diparastin û wiha domand: "Me rojên xwe di eniyên berxwedana bajarê Helebê de bi hevûdu re derbas kirin. Li her kolaneke taxa Şêxmeqsûd bîranîneke leheng a berxwedana şehîd Şêrwan heye."

Banga Efrînê bersivand

Piştî ku artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê êrîşa xwe li dijî herêma Efrînê da destpêkirin, hejmareke ciwanên taxa Şêxmeqsûd berê xwe dan Efrînê û beşdarî nava xebatên berxwedana serdemê bûn. Yek ji van ciwanan têkoşer Şêrwan Efrîn bû.

Rêhevalê têkoşer Şêrwan Efrînê yê bi navê Ezîz Sîpan vê der barê de wiha dibêje: "Me banga seferberiya giştî ya Efrînê bersivan û em weke şervanên YPG'ê li bajarê Helebê me berê xwe da herêma Efrînê. Şehîd Şêrwan jî bi israr malbat û zarokên xwe li pey xwe hiştin û beşdarî nava xebatên berxwedana serdemê bû."

Ezîz Sîpan axaftina xwe wiha domand: "Şehîd Şêrwan bi kesayeta xwe ya xurt ku ti carî ji mirinê neditirsiya berê xwe da eniyên berxwedanê yên navçeya Bilbilê û ji fedekariyê re her tim amade bû da ku hevalên xwe biparêze. Şehîd Şêrwan li eniyên şer bi rûkeniya xwe dihat nasîn û gelek caran di eniyên berxwedanê de stran digotin û moralên hevalên xwe bilind dikirin."

Şêrwan zayîna stêrkeke nû

Têkoşer Şêrwan Efrîn her tim xwe ji şehadetê re amade dikir û piştî berxwedaneke leheng li eniyên berxwedanê yên gundê Şêxorzê ya navçeya Bilbilê di encama êrîşeke balefiran de di 29'ê çileya 2018'an de şehîd bû. Cenazeyê têkoşer Şêrwan Efrîn bi merasîmeke bi heybet li mezara Şehîd Avesta Xabûr a bajarê Efrînê hat oxirkirin.

Wesiyeta têkoşer Şêrwan

Têkoşer Şêrwan Efrînê beriya çend saetan ji şehadetê wesiyata xwe wiha got: "Dema şehîd bikevim rondikan nebarînin û tilîliyan bilind bikin. Şehadet zayîneke nû ye û bi xwena her şehîdekî azadiya gelê me geştir dibe."

ANHA