109 şervan tevlî QSD'ê bûn

109 ciwan piştî ku ji Akademiya Şehîd Zekeriya û Akademiya Şehîd Jînda yên QSD'ê mezûn bûn, tevlî refên QSD'ê bûn.

109 şervan tevlî QSD'ê bûn
17 tîrmeh, 2018   21:11

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî malpera QSD'ê; Li Akademiya Şehîd Zekeriya û Akademiya Şehîd Jînda yên girêdayî QSD'ê bi tevalîbûna 109 ciwanan dewreyên perwerdeyê bi navê "Şehîd Şîlan Efrîn" û "Şehîd Ciwan Heleb" hatibû vekirin.

Dewreyên perweredeyê piştî 3 mehan bi merasîmeke bi dawî bû.

Bi dehan şervan û fermandarên QSD'ê di merasîmê de amade bûn.

Di perwerdeyê de dersên bîrdozî û hunera şer hatin dayîn

Piştî rêzgirtin û tûrana leşkerî, Ji fermandarên QSD'ê Mezlûm Kobanê qedandina dewreyê pîroz kir û spasiya rêveberên perwerdeyê kir. Kobanê hêvî kir ku şervan erka xwe ya li hemberî welat pêk bînin.

Di dawiya merasîmê de şervanan sonda leşkerî xwarin.