Şanoya "Lêgerîna Heqîqetê" Îro li Rimêlan hate pêşkêşkirin

Koma Şehîd Hêvî Yekta ya ku ji Wargeha Mexmûrê hatiye, şanoya xwe ya "Lêgerîna Heqîqetê" vê care li ser dika Çand û Hunerê ya Aram Tîgiran a bajaroka Rimêlan pêşkêş kir.

Şanoya "Lêgerîna Heqîqetê" Îro li Rimêlan hate pêşkêşkirin
17 tîrmeh, 2018   20:46

QAMIŞLO

Koma Şanoyê ya Hêvî Yekta ku ji Wargeha Mexmûr, tûra şano li Rojava berdewam dike. Piştî li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo û Baqî Xido ya Kobanê. Îro jî li ser dika navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgiran a bajaroka Rimêlan şanoya "Lêgerîna Heqîqetê" hate pêşkêşkirin.

Bi sedan şêniyan ji bo temaşekirina şanoyê berî dane navendê.

Beriya ku şano destpê bike, deqeyeke rêz hate girtin. Rêveberê Koma Azad Tekîn bixêrhatina beşdaran kir û got, "Navaroka şanoyê peyameke ji bo gelê Kurd e, tê de behsa polîtîkeyên asîmîlekirina çanda kurdî tê kirin."

Piştî axaftinê, şano hate pêşkêşkirin. Naveroka şanoya "Lêgerîna Heqîqetê" li ser gundek Bakurê Kurdistanê ku di bin polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker de tê asîmîlasyonkirin û  bi rêya çeteyên olî de tê parçekirin dike mijara xwe. Ciwanê bi navê Xwezan piştî demekê ku beriya çend salan malbata wî ji bo Elewî bûne ji aliyê dewletê ve hatî derxistin dizivire gundê xwe. Xwezan bi gelê gund re sîxorê bi navê Mele Qasim tespit dikin û ji gund diqewitînin.

Piştî ku şano bi dawî bû gel bi drûmşên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” û çepikan spasiya xwe ji komê re ragihandin.

ANHA