ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 18-07-2018
18 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Bi boneya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê xwendekar û kardoriyên perwerdeyê yên Zanîngeha Rojava li Fakulteya Çandiniyê şahiyekê li dar dixin. Saet 09:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di çaroveya çalakiyên bi boneya Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê semînerek tê dayîn. Saet 11:00. Li Goristana Şehîd Dicle şehîdên Şoreşa Rojava dê werin bîranîn. Saet 19:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi wesîleya Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Yekîtiya Ciwanên Rojava li kantona Şehbayê meşekê lidar dixe. Meş ji gundê Til Qerah destpê bike û li kampa Serdem bi dawî bibe. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên kantona Qamişlo ji bo Gerîleya HPG'ê Salar Ehmed Xalid (Hemze Tekoşîn) yê ku 14'ê Tîrmehê li herêmên Parastina Medya şehîd bibû, merasîmeke xiyabî li goristana Şehîd Delîl Sarûxan li dardixe. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Her çiqasî qala şehîd û şehadetê were kirin axaftin kêm dimîne, ku nikare mafê wê bide. Mustefa Mihemed da ser şopa heqîqetê û bi pênûs û kamîreya xwe dengê şoreş û berxwedanê ragihand û bûye sembola heqîqetê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li bende bûn ku mizgîniyê bide. Xeyalê wî ew bû ku zarokan ji şer xelas bike, lê çîroka xelaskirina zarokan temam nekir. Di odeyekê de şehîd bû, lê kamîreya wî li pey lêgerînê diket, da ku rûiyê rast ê çeteyan raxîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Di demên dawî de lihevkirin di navbera Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê û Rêjîma Sûriyê de, derbarê mijarê xizmetguzariyê, di serî de bendava Firat pêk hatin. Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê Hamid El-Ferec got, ku lihevkirin bi armanca xizmeta welatiyan e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- "Riya Mirinê" ango riya di navbera bajaroka Til Tewîl û bajarê Hesekê de wekî ku şêniyên Hesekê bi nav dikin. Li ser vê riyê gelek qezayên trafîkî çêbûn û bû sedama mirina hin welatiyan. Rexmî bangawaziyan jî Şaredarî, Asayîş û Trafîk xeteriya vê yekê paşguh kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Nîlufer Koç diyar kir ku di vê demê de lidarxistina kongreya neteweyî girîngiyeke mezin e û got ku kongreya neteweyî ji bo parastina erdnîgariya Kurdistanê lezgîniyek e. Nîlufer Koç her wiha diyar kir ku kesên dibêjin êrîşên li dijî Qendîlê tenê êrîşên li ser PKK’ê ne, xwe dixapînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Endama Meclîsa Jinên Sûriyeya Demokratîk Suhêr Sermînî got, "Gelê Sûriyê bêyî destwerdana derve dikarî çareseriyê ji aloziya re peyda bike. Li herêmên Bakurê Sûriyê jin cihê xwe di her qadan de digire, di nav de jî qada leşkerî ye. Em bi hêvî ne ku tecrûbeya li Bakurê Sûriyê li tevahî Sûriyê pêk were". (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Rêxistina Kongreya Star a Helebê di nav sal û nîvekê de 144 dewreyên perwerdeyê bi beşdarbûna jinên ji pêkhateyên cuda yên Helebê bi dawî kir. Endama Komîteya Perwerdeyê Heyfa Hesen perwerde ji aliyê hemû civakê ve bi tabyet jinên Ereb tê qebûlkirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Her civakek ji bo mayîndina xwe biparêze, pêdiviya wê bi sîstemeke parastinê ya temem heye. Her wiha da ku êrîşên li dijî destekftiyên civakê bişkîne û civakê ji metirsiyan biparêze. Yek ji serkeftinên mezin ên şoreşa 19'ê Tîrmehê avakirina saziya leşkerî ya parastina rewa û parastina destekftiyên gel û pêkhateyên Bakurê Sûriyeyê bû.  (BI WÊNE).

CIVAK Û JIYAN

- Bilindbûna Pileya Germê û nebaşiya mazotê dibe sedem ku cenator xirab bibin. Di encamê de ceyran qut bibe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA