Li Kobanê semînera siyasî û bîranîna şehîdên Pirsûsê

Di çarçoveya çalakiyên Mîhrecna Duyemîn a Salvegera 6'emîn a Şoreşa Rojava de, semînereke derbarê bûyerên siyasî hate dayîn û li aliyekî din jî Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan şehîdên komkujiya Pirsûsê bîranîn.

Li Kobanê semînera siyasî û bîranîna şehîdên Pirsûsê
17 tîrmeh, 2018   19:43

KOBANÊ

Çalakiyên Mîhrecana Duyemîn a Salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê ku li kantona Kobanê têne lidarxistin, didome. Di çarçoveya çalakiyan de semîner ji aliyê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û partiyên siyasî ve têne organîzekirin.

Li navçeya Şêrawan a rojhilatê bajarê Kobanê semîner ji aliyê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (PDKS) ve hate dayîn.

Bi dehan şêniyên navçeyê û gundên derdorê amade bûn.

Endamê Bûroya Siyasî ya Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa û nûnerê PYD'ê Mustefa Ebdî rewşa siyasî ji destpêka aloziyê ve û çirûska şoreşa Bakurê Sûriyê nirxandin.

Gêlo Îsa, anî ziman ku destwerdana dewletên derve bû sedem ku şoreşa Sûriyê ji xeta xwe ya aştiyane derkeve, di nava 7 salan de azar bi serê gelê Sûriyê de bîne.

Gêlo Îsa, bal kişand ku Şoreşa Rojava ku çirûska wê ji Kobanê destpê kir, hêviyên gelên Bakurê Sûriyê dê pêk bîne û got, "Em ber bi pêkanîna armancên gelan ve diçin, şoreş wê bi dawî nebe ta alozî bi destê gelê Sûriyê çareser bibe."

Nûnerê PYD'ê Mustefa Ebdî jî axivî û bal kişand ku şoreşê li hemberî êrîşên herî dijwar ên li ser Rojava armancên mezin bi dest xist û destnîşan kir ku projeya Neteweya Demokratîk bi sedan gund, bajar û bajarok piştî têkçûna DAIŞ girt nava xwe.

Şehîdên Komkujiya Pirsûsê

Li aliyekî din jî Saziya Yekîtî û Piştgiya Gelan (SYPG) şehîdên Komkuiya Pirsûsê ya 2015'an bi merasîmekê bîranîn.

Merasîm li parka Şehîdên Pirsûsê bi tevlîbûna zarokên şehîdan hate lidarxistin.

Di merasîmê de, koma Şehîd Mustefa û Koma Şehîd Avesta Xabûr ên zarokan yên şano û Koma Şehîd Şîlan a  dîlanan li pêşberî sedan kesî berhemên xwe pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA