Konferansa Kongreya Star a Heleb bi dawî bû

Duyemîn Konferansa Kongreya Star a Heleb bi biryaran û hilbijartina meclîsa nû ya kongrê bi dawî bû.

Konferansa Kongreya Star a Heleb bi dawî bû
17 tîrmeh, 2018   18:46

HELEB

Duyemîn Konferansa Kongreya Star a bajarê Helebê bi dirûşma "Bi rihê Berxwedana Serdemê em ê Şoreşa Jinan bikin şoreşa civakî" û bi beşdarbûna 350 delegeyan û nûnerên partiyên Sûriya Pêşerojê û PYD’ê, her wiha Meclisa Sûriya Demokratîk û Hevgirtina Niştimanî ya Demokratîk, YPG, YPJ, Asayîşa Jin û şandeyek ji kantona Şehbayê de vê sibehê destpê kiribû.

Di konferansê de, Rêvebera TEV-DEM'ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê Fehîma Silêman axivî û anî ziman ku Kongreya Star di salên dawî de di her aliyan de gavên girîng avêtin û got, "Li gel serkeftinan jî kêmasî di aliyê rêxistinbûyînê de derketin, sedemên kêmasiyan jî mercên ku tax têre derbas bû ye. Em bi hêvî ne ku kêmasî dîsa dernekevin."

Fehîma tekez kir ku di şerê li taxê rû da de, jin û dayikan rola pêşeng lîstin û di eniyên pêş de li ber xwe didan, bê westandin efsanên qehremaniyê xêz kirin.

Rêvebera Kongreya Star a Helebê, Fatima Hesekê peyamên pîrozbahiyê xwend.

Piştî xwendina rapora salane ya xebatên kongre nirxandin hatin kirin, giraniya nîqaşan li ser çawaniya derbaskirina kêmasiyan bû.

Piştî nîqaşan bi erêkirina hemû endamên kongre biryar hatin girtin. Ji wan; Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî dê werin domandin, hemû têkoşerên azadiyê yên jin dê werin bîranîn, ji bo rizgarkirina Efrînê kar werin kirin, aboriya jin werin pêşxistin, xebatên rêxistinkirina jinan werin domandin, baxçeyên zarokan, navend û akademiyên jin werin vekirin, ji bo nivîsandina berxwedana jinên taxa Şêxmeqsûdê komîteyek were avakirin, her wiha komîtyeke amadekar ji bo çalakiyên kongre were avakirin û dewreyên perwerdeyê yên kombuterê werin vekirin.

Di Konferansê de, Hêvîn Silêman, Nehla Mustefa, Fatima Hesen û Sîham Bîlal wekî endamên Koordînasyona Kongreya Star a Helebê hatin hilbijartin

Axaftina dawî ya konferansê ji aliyê endama Kongreya Star Zelal Xebat ve hate kirin. Zelal Xebat, konferans li jinên Bakurê Sûriyê û Rojhilata Navîn pîroz kir û têkoşîna jina azad a rêxistinkirî silav kir û tekez kir ku li Rojava wê xeta Neteweya Demokratîk bişopîne û ji bo jiyaneke azad û bi rûmet têdikoşe.

Zelal Xebat got ku xebatê jin xwe dispêre sê lingan "Rêxistin, Perwerde û Hêza çalakiyên rizgarkirina Efrînê"

Konferans bi dirûşemyên "Jin, Jiyan, Azadî û Bê serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(bb)

ANHA