MSD'ê civîna xwe ya yekemîn lidar xist

MSD'ê piştî kongreya xwe ya sêyemîn civîna xwe ya yekemîn lidar xist, tê de encamên kongrê hatin nîqaşkirin.

MSD'ê civîna xwe ya yekemîn lidar xist
17 tîrmeh, 2018   15:24

GIRÊ SPÎ

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) piştî kongreya xwe ya sêyemîn ku duh li bajarê Tebqayê pêk hatibû, civîna xwe ya yekemîn li avahiya meclîsê ya navçeya Eyn Îsa ya kantona Girê Spî bi amadebûna piraniya endaman û hevserokên meclîsê Riyad Derar û Emîna Umer lidar xist.

Em li pêşberî qonaxeke çarenûsî ne

Axaftina destpêkê ya civînê ji aliyê Hevserokê MSD'ê Riyade Derar ve hate kirin. Derar lidarxistina kongreya sêyemîn a meclîsê pîroz kir û destnîşan kir ku Sûriyê li pêşberî qonaxeke çarenûsî ye, pêwîstî bi xebatên hîn mezintir heye.

Derar got, "Divê buroyên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk li hemû herêmên Sûriyê werin vekirin. Di merhelêyên pêş de pêwîste wekî meclîs li her deverê Sûriyê be."

Tespîtkirina endamên Meclîsa Serokatî hate taloqkirin

Piştî axaftina Derar, Emîna Umer navên endamên Meclîsa Serokatî yên di kongreya sêyemîn de hatin hilbijartin ku hejmara wan 91 in, xwend. Li gorî biryara ku di kongre de hatibû girtin, di civîna yekemîn a piştî kongrê de hejmar were kêmkirin, rêjiya jin, nûnerên serbixwe, partî û hevgirtinên siyasî berçav werin derbaskirin.

Piştî nêrîn û nîqaşan, pêşniyar hate kirin tespîtkirina endamên Meclîsa Serokatî were taloqkirin û dê di nava du hefteyên pêş werin diyarkirin.

Bendeke nû li ser karê Meclîsa Serokatî hate zêdekirin

Di civînê de, her wiha pêşniyarên derbarê xebatên Meclîsa Serokatî de hatibûn kirin, hatin xwendin. Piştî nîqaşên berfireh bendeke din li ser karê Meclîsa Serokatiyê ku 8 bend in hate zêdekirin, li gorî benda hate zêdekirin; deriyê tevlîbûna li pêşiya pêkhateyên cih di meclîsê de negirtine û eşîreyên herêmên nû hatine rizgarkirin, vekirî ye. Lê erêkirina bendên Meclîsa Serokatiyê ji bo civîna asayî ya meha li pêş hate taloqkirin.

Ji bo hilbijartina endamên Desteya Rêveber deriyê namzetê hate vekirin. 18 kesên xwe hilbijart. Ji hejmara kesên xwe hilbijartine dê kêmanî 7 kes di civîna asayî de werin hilbijartin.

(bb)

ANHA