Bi dehan sivîl ji herêma Quneytera ber bi sînorê Îsraîlê ve direvin

Bi dehan sivîlên herêma El-Quneytera ji ber operasyona leşkerî ya rêjîma Sûriya bi desteka Rûsiya, ber bi sînorên Îsraîlê ve direvin. Îsraîl destûr nade ku sivîl nêzî sînor bidin .

Bi dehan sivîl ji herêma Quneytera ber bi sînorê Îsraîlê ve direvin
17 tîrmeh, 2018   15:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Bi dehan sivîlên herêma Quneytera ji ber êrîşên rêjîmê û Rûsiyê ber bi sînorê Îsraîlê li girê Colanê ve reviyan. Lê Îsraîl destur neda ku sînor derbas bikin û hedîd kirin.

Li gorî nûçeya Reutres, Fermandarekî Artêşa Îsraîlê li aliyê din ê sînor bi zimanê Erebî xitabeke bi riya mekrefonan da û got, "Ji sînorê dewleta Îsraîlê dûr bikevin, paş de vegeriyin beriya ku tiştek nebaş çêbibe."

Li ser fermana fermandarê Artêşa Îsraîlê sivîlên ku 200 mîtreyî nêzî sînor bibûn, li cihê xwe sekinîn, hinek ji paşde vekişiyan û alên spî hildan.

Hêzên rêjîmê piştî tevahî herêmê Derayê xist bin kontora xwe, roja yekşemê eniyeke nû li parêzgeha Quneytera li beramberî Girê Colanê vekir.

Di meha borî de,  bi deh hezarn sivîl de ji ber operasyonên hêzên rêjîmê  reviyan bûn û gihiştin herêma nêzî Colanê.

(şx)

ANHA