Du ciwanên Filistînê birîndar bûn

Li rojhilatê bajarê Xezaya Filistînê komeke ciwanên Filistînê bûn hedefa balafirên keşfê yên hêzên Îsraîlê, di encamê de 2 ciwan birîndar bûn.

Du ciwanên Filistînê birîndar bûn
17 tîrmeh, 2018   14:37

XEZA

Nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) ji Xezayê ragihand ku li bajarê Xezayê rojhilatê taxa Şûcaiyê balafirên keşfê yê Îsraîlê komeke ciwanên Filistînê yên ku balonên sojer diavêtin, kir hedefa xwe. Di encam de 2 ciwan birîndar bûn.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yê Îsraîlê, Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu destûr daye hêzên xwe ku kesên ku firok û balonên sojer biavêje hedef bigire. Îsraîl bi vê yekê dixwaze peyamekê bide Hereket Hemas ku Îsraîl wê li hemberî kiryarên Hemas bêdeng nemîne û dê bersiva tund bide."

(şx)

ANHA