Li Minbicê Rêveberiya Sivîl bi şêniyan re li hev dicive

Li Minbicê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk lidarxistina civînan ji şêniyên herêmê re didomîne.

Li Minbicê Rêveberiya Sivîl bi şêniyan re li hev dicive
17 tîrmeh, 2018   12:59

MINBIC

Li Minbicê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk li Meclisa Sivîl a navçeya Ebû Qelqel bi armanca nirxandina aliyê xizmetguzarî li navçeyê, civînek ji şêniyan re li dar xist.

Cîgira Hevserokatiya Komîteya Tenduristiyê Mûna Zekeriya, hevserokê Komîteya Şaredariyan Ebdulcelîl Îbrahîm, yek ji rêveberên Meclisa Rêveberiya Xetan Fatma Beko, endamên Meclisa Dada Civakî û bi dehan şêniyên navçeyê beşdarî civînê bûn.

Endamên rêveberiyê li xwestek û pirsên şêniyan ên di aliyê xizmetguzariyê de guhdar kirin.

Hevserokê Komîteya Aborî Mihemed Sebrî diyar kir ku ew wek Rêveberiya Sivîl a Demokratîk hewl didin pirsgirêkên şêniyan çareser bikin û li nêrîn û pêşniyarên wan guhdar bikin, her wiha tekez kir ku dê li gorî derfetên xwe pirsgirêkên şêniyan çareser bikin.

(bx/ew)

ANHA