Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Hemîs civînek li dar xist

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê li navçeya Til Hemîs a kantona Qamişlo li gilî û gazincên şêniyan guhdar kir.

Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Hemîs civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Hemîs civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Hemîs civînek li dar xist
Meclisa Malbatên Şehîdan li Til Hemîs civînek li dar xist
17 tîrmeh, 2018   12:44

QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a Cizîrê li Navenda Çand û Hunerê a navçeya Til Hemîs ji malbatên şehîdan ên navçeyê re civînek li dar xist.

Bi dehan malbatên şehîdan, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebîd, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Qamişlo Masûm Hesen û Sebah Hemad û hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê Ehmed El-Ebawî tev li civînê bûn.

Di civînê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebîd diyar kir ku armanca wan ji civînê ew e ku li gilî û gazincên malbatên şehîdan ên navçeyê guhdar bikin.

Ebîd destnîşan kir ku Meclisa Malbatên Şehîdan dê malbatên şehîdan bi rêxistin bike û hemû pirsgirêkên wan ên aborî û xizmetguzarî li gorî derfetên xwe çareser bike. Ebîd got ku nêzî 11 hezar malbatên şehîdan li herêmê hene û erka meclisê ye ku li gorî derfetên xwe pêdiviyên wan pêk bîne.

Paşê li ser pirsgirêkên ku rastî malbatên şehîdan tên, nîqaş hatin kirin. Malbatên şehîdan bang li Meclisa Malbatên Şehîdan kir ku pirsgirêkên wan çareser bike.

Piştî nîqaşan hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Hesen Ebîd diyar kir ku dê pêdiviyên malbatên şehîdan pêk bînin.

(bx/ew)

ANHA