Navenda jinan li 2 taxên Reqayê hate vekirin

Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê navenda xwe li taxên El-Teyara û Diriyê bi merasîmekê vekir. Navend bi armanca pêşxistina rola jinan û beşdarbûna wan di avakirina civakê de hate vekirin.

Navenda jinan li 2 taxên Reqayê hate vekirin
Navenda jinan li 2 taxên Reqayê hate vekirin
Navenda jinan li 2 taxên Reqayê hate vekirin
Navenda jinan li 2 taxên Reqayê hate vekirin
17 tîrmeh, 2018   12:37

REQA

Buroya Jinan a Meclisa Sivîl a Reqayê bi aramanca birêxistinkirina jinan û pêşxistina rola wan di nava civakê de Navenda Meclisa Jinan li taxên El-Teyara û Diriyê yên Reqayê vekirin. Vekirina navendê bi merasîmekê pêk hat.

Merasîmê bi beşdarbûna endamên Meclisa Jinên Sûriyeya Azad, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, QSD û bi dehan welatiyan bi rêzgirtinê dest pê kir.

Piştre li ser navê Buroya Jinên Sûriyeyê Suad Mihemed û bi navê Meclisa Jinan a Taxa El-Diriye û Teyar Zehra Ewad axivîn. Di axaftinan de vekirina navenda meclisê li hemû jinên Reqayê hate pîrozkirin.

Di axaftinan de hate gotin ku divê meclisa jinan, birêxistinbûna jinan û civakê bi pêş bixe û divê jin li dijî hin kevneşopiyên civakê yên ne di cih de têkoşîna xwe bi pêş bixin.

Di dawiya merasîmê de deriyê navendê ji aliyê endamên Meclisa Jinan a Taxa El-Diriye û Teyara ve hate vekirin.

(hh/ew)

ANHA