Xebatên Şaredariya El-Hewsê û projeyên pêşerojê

Şaredariya Gel a El-Hewsê tevî ku nû hatiye damezirandin jî, lê karî gelek pirsgirêkan çareser bike. Av û ceryan gihandin gelek malan, her wiha ji bo komkirina sergoyê cihekî dûrî avahiyan veqetandiye.

Xebatên Şaredariya El-Hewsê û projeyên pêşerojê
Xebatên Şaredariya El-Hewsê û projeyên pêşerojê
17 tîrmeh, 2018   06:51

EHMED EL-ESAF / REQA

Şaredariya Gel a bajarokê El-Hews ya gundewarên rojhilatê Reqayê di 24'ê Kanûna 2017'an de bi armanca xizmeta şêniyan hate avakirin. Di şaredariyê de komîteyên xizmetguzariyê, zimhêrê û buroyên teknîkê, têkiliyan û yên hawirdor û parkan hene.

Şaredariyê, destpêkê girîngiya karê xwe da çareserkirina pirsgirêka kêmbûna avê. Li ser vê yekê pompên ava vexwarinê sererast kirin û av gihandin ji sedî 75’ê bajarok. Her wiha ji bo malên ku av negihijiyê jî bi rêya sarincan av derbas kir.

Beriya ku şaredarî were avakirin sergo (çop) li her derî belav dibû. Şaredariyê ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê cihek dûrî avahiyan ji bo komkirina sergoyê veqetand. Êdî hemû sergo li wê deverê kom dibe.

Komîteya Xizmetguzarî û Koordînekirinê bi hevkariya Buroya Teknîkî pira Xes Alic a li ser rêya Reqa-Dêrazorê sererast kir.

Komîteya Zabîte û Zimhêrê jî bo kontrolkirina madeyan û buhayên wan rojane çavdêriyê li bazaran dike. Her wiha karê firneyan dişopîne.

Buroya Teknîkî jî bi armanca hêsankirina avakirinê, li gorî qanûnan rûxsetan dide welatiyan.

Buroya Elektrîkê piştî ku stasyona ceyranê ya Mîlacê sererast kir, elektrîk gihand hemû malan. Her wiha pompên avê yên li bajarok sererast kirin.

Der barê xebatên şaredariyê û plansaziyê wê de, hevserokê Şaredariya Gel a El-Hews Tirad Silêman wiha axivî: "Em amadekariyên vekirina parkan dikin. Her wiha çandina daran û sererastkirina rêyan di plansaziya me de ye. Li aliyekî din jî dê bi hevkariya Komîteya Perwerdeyê dewreyên perwerdeyê yên xwendin û nivîsandinê werin vekirin û baxçeyên zarokan û navendeke tenduristiyê jî dê werin vekirin."

(bb/ew)

ANHA