Iraq: Di xwepêşandanan de 8 kes mirin, 211 kes birîndar bûn

Wezîrê Hundirîn ê Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên di van rojên dawî yên li bajarên başûrê Iraqê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 211 kes jî birîndar bûne.

Iraq: Di xwepêşandanan de 8 kes mirin, 211 kes birîndar bûn
16 tîrmeh, 2018   18:45

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Hundirîn ê Iraqê Qasim Ehrecî li bajarê Kerbela di civîna çapemeniyê de hejmara kesên di xwepêşandanên van rojên dawî de li başûrê Iraqê de hatine kuştin û birîndar bûne eşkere kir.

Wezîrê Hundirîn ê Iraqê ragihand ku di xwepêşanên di van rojên dawî yên li bajarên başûrê Iraqê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 211 kes jî birîndar bûne.

Qasim Ehrecî got; "Peyama xwepêşanderan gihiştiye û pêwîste derfetê pêkanînê bide hikûmetê."

Zêdeyî hefteyekê ye li Besra xwepêşandana destpêkiriye û piştre li Bexda û Necefê û çend bajarên din ên başûrê Iraqê belav bûn. Welatiyên başûrê Iraqê li dijî nebûna ceryan, avê û bêkariyê xwepêşandana dikin.