Emîna Umer û Riyad Derar bûne hevserokên MSD'ê

Di Sêyemîn Kongreya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk ku li bajarê Tebqayê tê lidarxistin de Emîna Umer û Riyad Derar wekî hevserokên meclîsê hatin hilbijartin.

Emîna Umer û Riyad Derar bûne hevserokên MSD'ê
16 tîrmeh, 2018   18:59

TEBQA

Sêyemîn Kongreya MSD'ê li bajarê Tebqayê bi beşdarbûna 270 delege, şandeyek ji Ewropa û şandeyek ji Misrê bi diruşmeya "Ber bi çareseriya siyasî û avakirina Sûriya Demokratîk a ne navendî ve" tê lidarxistin.

Piştî xwendin û nîqaşên li ser rêziknameya meclîsê û guhertina bendên wê Emîna Umer û Riyad Derar wekî hevserokên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk hatin hilbijartin.

(bb)

ANHA